Zeynep Kinaci li Şengalê hat bîranîn

  • 10:58 1 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Li navenda Şengalê jinên êzîdî bi merasîmeke girseyî ku li dar xistin Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku li Dêrsimê di çalakiyeke fedaî de jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn.
 
Zeynep Kinaci (Zîlan) a di 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da li Şengalê bi merasîmekê ji aliyê jinên êzidî ve hat bîranîn. Bîranîn di pêşengiya TAJÊ de  ji aliyê jinan ve li Solona Şengalê bi kombûna jinan hat destêkirin. BeriyA bername dest pê bike ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê TAJÊ Neam Bedel û li ser navê YJŞ'ê jî Vîyan Hebabî tevli merasîmê bûn. Beriya axaftinan sînevîzyoneke ku têkoşîna Şehîd Zîlan vedibêje hat temaşekirin.
 
'Divê jinê vê têkoşînê esa bigirn' 
 
Endama rêveberiyê ya TAJÊ Neam Bedel di merasîmê de axivî û got: “ Ev roj li cem me rojekê gîrînge wek jinên êzîdî di têkoşîna azadî û azadiya jinê da. Şehîd Zîlan serî hilda pêşiya dijmin girt, çalakiya xwe pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Em wek jinên êzîdî di şexsê Şehîd Zîlan da hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em wek jinên êzîdî di têkoşîna azadiya de Şehîd Zîlan pêşenga xwe dibînin. Lê Şehîd Zîlan tenê ji me re nebû pêşeng bû pêşenga hemû jinên cîhanê. Ez bang dikim ku hemû jinin têkoşîna şehîd Zîlan û Bêrîvan ji xwera esas bigirin.”
 
Emîne Hecî jî derbarê tevlêbûna bîranînê nêrînên xwe anîn ziman û got: “ Bi boneya bîranîna şehîd Zîlan em jin li vê derê kom bûne. Heta em saxbin em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. Em ê her şehîdên xwe bi bîr bînin. Niha bi hezaran kesên ku navê Zîlan li wan hatiye kirin di nava têkoşînê de cihê xwe girtine.”