Dayika girtiyê nexweş Ekîm Can Polat: Divê demildest heyet biçe

  • 09:11 1 Tîrmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Dayika girtiyê nexweş Ekîm Can Polat, Songul Îlker got kurê wê ji aliyê gardiyanan ve bi tacîzê re rûbirû hatiye, hatiye tehdîdkirin û got: “Her ku dem derbas dibe pisgirêkên ku êdî vegera wê çênabe dertên holê. Divê demildest heyetek biçe girtîgehê.
 
Ji ber vîrusa korona yek ji cihên ku herî zêde di bin xetereyê de ye girtîgehin. Malbatên ku zarokên wan di girtîgehê de jî bi fikar dijîn. Ji bo daxwaza girtiyan a tahliyekirinê jî hîna tu bersivek nehatiye dayîn.
 
Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2019’an 458 jê giran hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Di vê pêvajoya pandemiyê de bêguman yên jiyana wan herî zêde di bin rîskê de ne girtiyên nexweşin. Yek ji girtiyên nexweş Ekîm Can Polat (23) yê di 2016’an de li Stenbolê hat girtinê ye.
 
'Kurê min ne di ewlehiyê de ye’
 
Dayika wî Songul Îlker daxuyakirin ku kurê wê nexweşê dil, Koah, helîna hestiye û wiha got: “Ez hefteya borî çûm hevdîtina girtî. Kurê min got di her hevdîtinê de dibêje gardiyan bi destan tacîz dikin, dijûnên zayendî dikin. Her wiha girtiyên edlî ji aliyê rêveberiyê ve tên sorkirin. Ewlehiya canê zarokê min tune.”
 
‘Nexweşî gihiştiye astek cidî’
 
Songulê destnîşan kir ku li girtîgehan pirsgirêkên tenduristiyê yên kurê wê zêde bûne û wiha pê de çû: “Rîtma dilê wî xera ye, nexweşê Koah, helîna hestiyan û gelek nexweşiyênwî yên din hene. Ji ber van nexweşiyan divê dermanan bi kar bîne. Ji bo şertên girtîgehê baş bibin ketibû grevê. Lê binpêkirinên girtîgehê hîna didomin. Pereyê em dişînin kêm didin kurê min. Niha ji ber vîrusê jî em gelek bi fikarin. Divê demildest heyetek biçe girtîgehan.”