‘Em dest ji doza xwe bernadin'

  • 09:05 1 Tîrmeh 2020
  • Rojane
WAN - Jinan bertek nîşanê êrîşên li hemberî Mexmûr, Şengal û Kobanê dan û gotin: “Çi karê balafirên şer ên tirkiyeyê li ser axa Kurdan heye? Li ku kurdek hebe dixwazin tune bikin. Divê kurd bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
Balafirên şer ên arteşa tirk di 15’ê Hezîranê de li Herêma Federal a Kurdistanê li hember Mexmûr, Qendîl û Şengalê û gelek herêmên din bombebaran pêk anî û gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Li Ewropa û gelek bajarên herêma Federal a Kurdistanê gel daket kolanan bertekên xwe anîn ziman. Her wiha ligel bertekan di 23’yê hezîranê de li hember Kobanê êrîşek din pêk hat. Di êrîşa SÎHA’yan ya li hember gundê Helîce de, endama Kordînasyona Herêma Firat a Kongreya Star Zehra Berkel, ji rêveberiya Herêma Şeran a Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl, Emîne Muhamed Wesî hat qetilkirin. Piştî van êrîşan bertekên li hember Tirkiyeyê zêde bûn. Jinên ku li Wanê dijîn bertek nîşanî êrîşan da.
 
Gozel Kotaş bertek nîşanê êrîş û komkujiyan da û got: “Divê dawî li şer bê anîn. Mirov tên kuştin. Li her derê li hember kurdan êrîş heye. Dixwazin mafê kurdan li her derê xesp bikin. Em êrîşan şermezar dikin.”
 
Hariye Kipçak jî wiha got: “Divê Gelê Kurd li dijî êrîşan bi hev re têbikoşe. Barzaniyî çima xwedî li axa xwe dernakevin, çima xwedî li gelê xwe dernakeve? Kes vê êrîşê qebûl nake. Yên herî zêde zirarê dibînin jî jin û zarokin. Bila demildest dawî li êrîşan bê.”
 
Rojda Babur jî wiha got: “Em şer naxwazin lê Tirkiye dest ji polîtîkayên şer bernade. Ji bilî tunekirina kurdan tiştekî naxwazin. Nahêlin gel dakevin kolanan jî. Bi salane me ji bo destkeftiyan bedelên mezin dan. Em dest ji doza xwe bernadin.”
 
Gulşen Aygul jî bi lêv kir ku Tirkiye li hember kurdan şerê qirêj dimeşîne û got divê Gelê Kurd li her çar paçeyî têkoşîna xwe bi hev re mezin bike.
 
Lalîhan Kipçak jî bang kir ku divê li dijî êrîşan zêdetir deng bê derxistin û wiha got: “Çi karê balafirên arteşa tirk li ser axa kurdan heye. Bi salane ciwan li dijî vê zîhniyetê têdikoşin. Em jî van êrîşan qebûl nakin.”