ROJEVA 1'Ê TÎRMEHÊ 2020'Î

  • 09:00 1 Tîrmeh 2020
  • Rojev
*Şêniyên Elkê ji bo pezê xwe berê xwe didin zozanên di navbera Çiyayê Kato û herêma Marînosê û du demsalan li vir dimînin. Jinên ku serê sibêhê şiyar dibin heta derengê şevê dixebitin. Ji bo jinan kar çend zehmet be jî jiyana li zozanan xweş e.  BI DÎMEN 
 
*Jinên têkoşîn, pêşengî û fedekarî kirin di heman demê de bûn parêzvanên mîrasa jinên kurd ên leheng. Jinên serî netewandin bi êrîşên herî hov re rû bi rû man û di encamê de bûn çirûskên azadiya tevahî jinan. Niha dîsa ji aliyê jinan ve xwedî li mîrateya jinên serî netewandin, tê derketin.  
 
*Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku daxuyaniya walîtiyê ku derbarê êrîş û îşkenca bi kuçîkan a li hember aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn pêk hatiye, nayê qebûlkirin û got: “Vegotina îşkencê tune.” Dîrayet Dîlan Taşdemîr ya HDP’î jî got ev êrîş di dema nû de ji bo kurdan peyameke nû ye û got: “Normalkirina îşkencê bûye peywira walîtiyê.” BI DÎMEN 
 
*Li Asarlik ku piranî kurd lê dijîn, xizmetên binesazî û veguhestinê her tim bi pirsgirêke û her wiha bikaranîna hişbirê jî lê zêde bûye. Gel diyar kir ku tevî ku bi salane serlêdanan dikin tu tiştek neguheriye û gotin: “Em bacê didin lê mixabin em xizmetê nabînin.” BI DÎMEN 
 
*Jinan bertek nîşanê êrîşên li hemberî Mexmûr, Şengal û Kobanê dan û gotin: “Çi karê balafirên şer ên tirkiyeyê li ser axa Kurdan heye? Li ku kurdek hebe dixwazin tune bikin. Divê kurd bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin.” BI DÎMEN
 
*Şêniyên gundê Baxçaxê yên navçeya Çinarê, debara xwe bi çandiniyê dikin. Jinên karker ku di şert û mercên dijwar de di nav zeviyan de dixebitin diyar kirin ku karê wan hem pir zor e û hem jî qîmeta keda wan nayê zanîn. DÎMEN HEYE 
 
*Jina bi navê Semîra Osman a ku ji tayê rîs balîf, lihêf û doşekan çêdike bi lêv kir ku ew ji bo çanda xwe bide dewamkirin kedê dide û wiha got:"Em dibînin her ku teknolojî pêş dikeve tiştên kevnar ên berê tên jibîrkirin. Ji bo ku em çanda xwe ya kevnar ji bîr nekin divê em parastina wê bikin. " DÎMEN HEYE 
 
*Xwendekarên Herêma Efrînê yên ku li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê xwendina xwe didomînin wiha gotin:"Tevî zehmetiyan jî em dixwazin xeyalên xwe yên pêşerojê pêk bînin. Ji bo avakirina civakeke zana em ê xwendina xwe bidomînin." DÎMEN HEYE 
 
*Li Agiriyê mirina biguman ya jinan zêde dibe û di bin navê kevneşopiyan de jiyana wan tarî dibe.
 
*Havva Kiran bertek nîşanê girtina endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Makbule Ozbek, da û got: “Makbuleyê jiyana xwe da aştiyê. Ji bo pêşî li mirinan bigire têkoşîn da. Gelo cihê vê dayikê girtîgeh e?”DÎMEN HEYE
 
*Dayika girtiyê nexweş Ekîm Can Polat, Songul Îlker got kurê wê ji aliyê gardiyanan ve bi tacîzê re rûbirû hatiye, hatiye tehdîdkirin û got: “Her ku dem derbas dibe pisgirêkên ku êdî vegera wê çênabe dertên holê. Divê demildest heyetek biçe girtîgehê. BI DÎMEN 
 
*Li Agiriyê mirinên biguman yên jinan zêde dibin û di bin navê kevneşopiyan de jiyana wan tarî dibe.