Li Heleb û Kobanê Zeyneb Kinaci hat bîranîn

  • 08:27 1 Tîrmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Yekîtîya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê bi meşeke meşaleyî û Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê bi civînekê Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn.
 
Bi boneya 24'emîn salvegera şehadeta Zeyneb Kinaci (Zîlan), bi dehan ji jinên ciwan bi meşeke meşaleyî ew bi bîr anîn. Jinên Ciwan wêneyên têkoşer Zîlan, Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, RêveberaKongreya Star Hebûn Xelîl Mele, dayika Emîne Weysî ku di 23'yê vê mehê de di encama êrîşa dewleta tirk a li ser gundê Helincê jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha ala Yekîtiya Jinên Ciwan hat hilgirtin û ji qada jina azad dest bi meşê kirin. Çalakvan ber bi Goristana Şehîd Dicle ve çû û bi berzkirina dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Şehîd Namirin" meş bi dawî bû.
 
Zeyneb Kinaci li Helebê hat bîranîn
 
Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê bi civînekê Zeyneb Kinaci bi bîr anîn.
 
Bi armanca bîranîna Zeyneb Kinaci (Zîlan) Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê civînek li dar xist. Di civînê de bi sedan jin, sazî û dezgehên Kongreya Star amade bûn. Civîn li taxa Şêx Meqsûd hat lidarxistin. Hola civînê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewan Zeyneb Kinaci hatibû xemilandin.
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê nameya Zeyneb Kinaci ji aliyê Rêvebera Kongreya Star Hêvîn Silêman ve hat xwendin. 
 
Paşê civîn ji aliyê Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Raperîn Heleb ve hat birêvebirin. Raperînê Zeyneb Kinaci bi bîr anî û wiha got: "Di destpêkê de em di şexsê şehîd Zîlan de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Şehîd Zîlan di sala 1996'an de li bajarê Dersîmê çalakiya fedaî di vê rojê de pêk anî. Şehîd Zîlan ji bo jinan xeta azadî û fedaiyê ye, îro em di wê xetê de dimeşin û ji bo me xeta rast a azadiya jinê nîşan da. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe mejî û hişmendiya dijmin hilweşand û hêza jinên kurd da nîşandan. Em jî îro soza şopandina rêya wan didin û em ê xeyalê wan pêk bînin û ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de bin."
 
Herî dawî koma Siya Jîn a navenda Çand û Huner a Cemîl Horo, stran li ser pakrewan Zîlan gotin.