Yekîtiya Kevana Zêrîn dest bi hefteya hunerî kir

  • 20:06 30 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Huner a Herêma Efrînê li Kantona Şehbayê, dest bi hefteya hunerî kirin.
 
Bi boneya salvegera şehadeta Zeyneb Kinaci (Zîlan) û bi armanca zindîkirina hunera kevnar a Kurd, Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Huner a Herêma Efrînê li Kantona Şehbayê bi dirûşmeya "Cineta yekê li ser erdê kevanê, were em zindî bikin" dest bi hefteya hunerî kirin. Hefteya Hunerî wê heta 7'ê Tirmehê berdewam bike û wê li seranserî navçeya Kantona Şehbayê were lidarxistin. Her wiha wê di hefteya hunerî de 8 komên Tevgera Kevana Zêrîn ên stran, govend û şano hunerê xwe pêşkêş bikin. Îro jî li navçeya Ehdes a Kantona Şehbayê hefteya hunerî destpêkir. Hol bi wêneyên pakrewan Zîlan û hunermendên kevnar hatibûn xemilandin. Her wiha şêniyên navçeya Ehdes, endam û rêveberiyên Çand û Huner, sazî û dezgehên sivîl amadebûn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Tevgera Kevana Zêrîn Mizgîn Çolaq Zeyneb Kinaci bi bîr anî û wiha axaftina xwe bi lê kir: "Em di salvegera şehadeta şehîd Zîlan de tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Em ê herdem rêya ku şehîdên me nîşanî me dan e bimeşin. Me dest bi hefteya hunerî kir û armanca vê çalakiyê zindîkirina hunera kevin e." 
 
Li ser navê Rêxistina Kongreya Star jî Medya Cindo jî Zeyneb Kinaci bi bîr anî û wiha got: "Şehîd Zîlan li dijî neyaran çalakiyek fedaî pêk anî, her wiha bi têkoşîna xwe di rêya azadî û demokrasiyê de bû xeta me yê esasî. Ev hefteya hunerî wê li seranserî navçeyên Kantona Şehbayê were lidarxistin û em ê çanda kevnar ên kurdan zindî bikin." 
 
Paşê koma şehîd Barîn şanoyek têkîldarî jiyana Zeyneb Kinaci pêşkêş kirin. Her wiha koma şehîd Heva û Berçem  stran li ser Zeyneb Kinaci pêşkêş kirin.