Dema binçavkirina Rojbîn Çetîn hat dirêjkirin
- 16:42 30 Hezîran 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn ku bi îşkenceyê hat binçavkirin û şandin Mêrdînê dema binçavkirina wê 4 rojên din hat dirêjkirin.
Dema binçavkirina aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn ku di çarçoveya lêpirsîneke li Mêrdînê hat destpêkriikn di 26'ê Hezîranê de li mala xwe piştî 3 saet û nîvan hat îşkencekirin 4 rojên din bi hinceta hemû delîl ne amade ne hat dirêjkirin.
Rojbîn piştî dema serdegirtina mala xwe bi îşkenceya lê hatibû kirin ketibû rojevê û îşkenceya lê hat kirin li gelek cihan hat şermezarkirin.