Ji bo Komeleya Jinan a Rosayê ji NY'ê re name şandin

  • 13:57 30 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevparên Tora Parêstvanên Mafên Mirovan, ji bo endam û rêveberên Komeleya Jinana Rosayê bên berdan ji NY'ê re name şandin.  
 
Hevparên Tora Parêstvanên Mafên Mirovan, ji bo balê bikişînin ser binçavkirin û girtina endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê ji Netweyên Yekbûyî (NY) re name şandin. Di nameya ku bi îmzeya Komeleya Jinan a Rosayê û ya Legal Grop lê heye, banga bila jinên girt û jinên ku piştgirî dane xebatên komeleyê bên berdan hat kirin.  
 
Di nameyê de hat diyarkirin ku piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê, di warê dewleta hiqûqê de û mafên mirovna de li tirkiyeyê krîz hatiye jiyîn û di berdewamiyê de wiha hat gotin: "Bi rêya mekanîzmayên darazê ku bêalîbûnê naparêzin,pêvajoya binçavkrin û girtinê hat destpêkirin. Di vê pêvajoya ku hat destpêkirin de parêstvanên maf û kesên ku polîtîkayên dewletê rexne kirin  hedef hatin girtgin. Li dijî parêstvanên mafên jinan êrîş hatin kirin. Herwiha li dijî parêstvanên mafên jinên ku endam û rêveberên Komeleya Rosayê ne û kesên ku piştgiriya wan dikin mudaxele tê kirin û ev mudaxele li dijî standartên qanûna bingehîn a navnetewyî ne. Divê Tirkiye di serî de CEDAW û Peymana Stenbolê berpirsiyariya xwe ya qada navneteweyî tevbigere. "