'Bi keda bi hezaran jinên rojnamevan me yekîtiya xwe îlan kir'

  • 11:16 30 Hezîran 2020
  • Rojane
Ferîde Zade-Ronîda  Hacî 
 
QAMIŞLO - Delegeyên ku beşdarî 3'yemîn Konferansa Yekîtiya Ragihandina Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne wiha gotin: "Armanca dewleta tirk ew e ku hêz û îradeya jinê tune bike. Ji bo wê jî lidarxistina Konferansa Ragihandina Jinê di vê pêvajoya hesas de teqezkirina domdarkirina rêya şopandina heqîqetê ye."
 
Konferansa Ragihandina Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna 86 delegeyan di 28'ê Hezîranê de pêk hat. Di Konferansê de xalên girîng wek kar, xebat, rewş, geşedanên ku diqewimin, jin, civak, feraset, rêxistinbûyin û hişmendî hatin niqaşkirin.  Jinên rojnamevan ên ku beşdarî konferansê bûne ji bo vê rojê nêrîna xwe bi me re parve kirin.
 
'Lidarxistina Konferansa Ragihandina jinê bi wate ye'
 
Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd Konferansa Ragihandina Jinê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Em di serî de vê Konferansê li tevahî jinan pîroz dikin. Gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêdetir dibe, lê di vê pêvoja hesas de lidarxistina Konferansa Ragihandina Jinê pir girîng û bi wate ye. Pergala dagirker ên mêrperest her dem jinan armanc digire, herî dawî jî êrîşek hovane li Kobanê pêk hat û di encamê de sê jinên pêşeng jiyana xwe ji dest dan. Di vê konferansê de ev xal û gelek xalên girêdayî jinan hatin nîqaşkirin. Her wiha pêşketin û kêmasiyên ku hene hatin guftugohkirin. Divê wek ragihandina jinê em pirsgirêk û zehmetiyên ku civak dijîn bi rêya çareseriyê di ekranên xwe de nîşan bidin. Di hemû beşên ragihandinê de beşên girêdayî jinê heye. Pêwist e em di pêşxistina ragihandina jinê de asta lêhûrbûyin û perwerdekirinê bilind bikin. Divê em wek ragihandin di ekranê televîzyonên xwe de civakê ji şer biparêzin û perwerde bikin."
 
'Ev konferans bersiva êrîşên dewleta tirk a li ser rojnamevanên jin e'
 
Pêşkeşvana Televîzyona Ronahî Tv Hebûn Omer jî Konferansa Ragihandina Jinê pîroz kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Dîroka ragihandinê gelek dirêj e û  asta ku em niha gihiştine hemû encama fedekariya şehîdên tevgera azadiyê ye. Di salên berê de ji bo ku ragihandina xweser were avakirin gelek mercên zehmet hatin jiyîn. Armanca me ya esasî ew e ku rastiya ku îro civaka me dijî, em ji raya giştî re ragihînin. Dewleta tirk îro êrîşî deskeftiyên jinan dike, lê hedefgirtina jinan nayê wê wateyê ku em ji heqîqetê dûr bikevin. Ev Konferans bersiva êrîşên dewleta tirk ên li ser rojnamevanên jin e.  Di heman demê de  armanca dewleta tirk ew e ku  tunekirina hêz û îradeya jinê ye, ji bo wê jî lidarxistina Konferansa Ragihandina Jinê di vê pêvajoya hesas de teqezkirina domdarkirina rêya şopandina heqîqetê ye. Em ewqas jin di ragihandina jinê de cihê xwe digirin û me soza dewamkirina rêya şehîdan daye."
 
'Em ê rêya heqîqetê bişopînin'
 
Rojnamevan Rûken Cemal jî nêrîna xwe ji bo konferansê wiha anî ser ziman: "Di 30'yê Hezîrana 2018'an de qenala Jin Tv dest bi weşana xwe kir û di heman roja îro de Konferansa Ragihandina Jinê hat lidarxistin. Di Konferansê de gelek xalên girîng hatin bidestgirtin û rapora kar û xebata du salan hate xwendin û encama keddayînê derket holê. Niha pêvajoya ku em tê de dijîn gelek hesas e, me di vê pêvojaya hesas de konferansa xwe li dar xist û armanca me jî xurtkirina xebata jinê ye. Erka hemû rojnamevanên jin ew e ku heqîqeta rast nîşanî civakê bikin û daxwaza mafê jinê ye. Hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rojnamevanên jin beşdarî Konferansa Ragihandina Jinê bûne, ev jî tê wateya ku jin bi destên xwe dîroka xwe diyar dike. Di roja îro de di êrîşan de yekem rojnamevan tên hedefgirtin, ji ber yên ku rastiyê nîşan didin rojnamevan in. Bi dehan rojnamevan ji bo ku rastiyan nîşanî civaka xwe bikin, jiyana xwe ji dest dan, ji bo wê jî em ê rêya heqîqetê yên ku wan nîşanî me dane bişopînin."
 
'Bi keda bi hezar salan me jinên rojnamevan yekîtiya xwe îlan kir'
 
Nûçegihana qenala Çîra Tv Şînda Ekrem jî hêstên xwe ji bo vê rojê wiha parve kir: "Gavên destpêkê me xwe bi navê Ragihandina Jinê ava kir, niha jî me bi keda bi hezaran rojnamevanên jin yekîtiya xwe ava kir. Pêşketinên ku îro di karên ragihandina jinê de çêbûne hemû keda rojnamevanên jin e. Niha bi pêşengtiya jinê radyo, ajans, televîzyon, kovar û rojname hatine avakirin. Damezrandina qenala Jin nTv'yê jî bi pêşketina jinê ava bû. Ew jî destkeftiyên ku jin di qada ragihandinê de bi dest xistiye diyar dike. Ragihandina jinê destkeftiyên ku jinê bi dest xistine ji raya giştî re parve kir. Em ê her dem hewildana pêşxistina ragihandin jinê bikin. Armanc û hêviya me ew e ku em xwe bighînin hemû deverên ku jin tê de dijîn, ji pirsgirêkên ku jin dijîn çareseriyê bibînin."