Saziya Tenduristiyê ya Mexmûrê banga rakirina dorpêçê kir

  • 10:16 30 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Saziya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê bang li hikûmeta Iraq, hikûmeta Herêma Kurdistan û hemû saziyên mafê mirovan kir û gotin: "Divê dorpêça li ser wargehê bê rakirin û alîkariya pêwîst yên jiyanî bê dayîn." 
 
Saziya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo balê bikişîne ser nexweşiya koronayê (Covid-19) û bandora ambargoyê ya li ser tenduristiya şêniyên wargehê, li ber nexweşxaneya wargehê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endama Komeleya Tenduristiyê Bêrîvan Unver ve hat xwendin. 
 
Daxuyaniya Saziya Tenduristiyê ya Mexmûrê wiha ye: “Tê zanîn ku bi despêkirina sala 2020'an re li seranserî cîhanê  şewba koronayê belav bûye. Ev nexweşiya kujer e her ku diçe metirsiya wê zêde dibe. Covid-19 bi rêya temasa bi kesê enfekte bûyî derbasî kesên din dibe. Li hemberî vê nexweşiyê dermanekî ku raste rast li ser bandorê bike nehatiye dîtin. Ji ber vê sedemê tekane rêya parastina ji vê nexweşiyê xwe parastine. Ji ber parastin baş çênabin vegirtinên vê nexweşiyê her ku diçe zêde dibin. Lewma metirsiyên vê nexweşiyê her ku diçe mezintir dibe û ziyanên wê jî zêde dibin. Heta niha li seranserî cîhanê zêdeyî 10 milyon mirov bi vê vîrûsê enfekte bûyîne û zêdeyî bi sedhezaran kes mirin.
 
Em nikarin nexweşên lezgîn bighînin Hewlêrê 
 
Li wargeha paneberan a Mexmûrê, ji tîrmeha 2019'an ve di bin dorpêçekê de ye. Derfetên wargehê yên tenduristî û hemû beşên jiyanê pir sînordar in. Di gihandina nexweşan bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistan de pir zehmetî tê kişandin heta pir caran asteng derdikevin pêş û nexweşên lezgîn jî nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyên Hewlêrê. Di aliyê Iraqê de jî heman astengî hene. Di gihandina nexweşan bo nexweşxaneyên Musul de pir zehmetî tên kişandin. 
 
Jiyana mirovan di bin metirsiyet mezin de ye 
 
Derfetên wargehê yên tenduristiyê tenê di asta tedawîkirina nexweşên sivik de ye. Di wargehê de nebûna bijîşkên pispor û derfetên tedawîkirinê dibe sedem gelek mirovên nexweş yan jiyana xwe ji dest bidin yan jî nexweşiya wan neyê tedawî kirin. Lewma bi sedema van astengiyan hêjmarek berbiçav ya hemwelatiyên wargehê jiyana xwe ji dest dane. Di rewşa heyî de jî gelek nexweşên ku pêdiviya wan bi destwerdana tibî heyî nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyên herêmê û Iraqê. Di bin van mercên zehmet û sînordar de jiyana mirovên wargehê di bin metirsiyek mezin de ye. 
 
Bila Neteweyên Yekbûyî bila erka xwe pêk bîne
 
Di hêla din de ji ber êrişên hewayî yên Tirkiyeyê û gefên rojane yên li ser wargehê jî xelkê wargehê di rewşek pîsîkolojîk ya giran re derbaz dibin. Hem dorpêç û hem jî gefên dewleta tirk di aliyekê de, metirsiyên pandemiya korona jî vê rewşa xirab hîn zêdetir dike. Ji ber van sedemên mirovî yên me rêzkirîn em weke endamên saziya tenduristaya wargehê di serî de bang li Netewên Yekbûyî ku di ewlehî û parastina jiyana gelê panaber de berpirse dikin ku xwedî li erkên xwe derkevin û alîkariya pêwîst bi gelê wargehê re bê kirin. 
 
Em bang li saziyên navdewletî dikin...
 
Her wiha em bang li Hikûmeta Iraq, hikûmeta Herêma Kurdistan û hemû saziyên mafê mirovan dikin vê gemarû û dorpêça li ser vî gelê paneber rakin û alîkariya pêwîst yên jiyanî bê dayîn. Dubare em balê dikişînîn li ser rewşa heyî ya gelê paneberan a wargeha Mexmûr ku piranî ji jin û zarokan pêktê dibin metirsiyek mezin ya nexweşiya korona de ye û derfetên pêşî girtina vê pir kêm in û xeterî mezine. Lewma jî dûbare bang dikîn hemû saziyên navdewletî di vê mijarê de hewla alîkariyê bidin.”