Jinên ciwan bi meşekê Zeyneb Kinaci bi bîr anîn

  • 09:12 30 Hezîran 2020
  • Rojane
HELEB - Tevgera Jinên Ciwan ji bo bîranîna Zeyneb Kinaci meşek meşalayî li dar xist.
 
Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê bi meşeke meşaleyî Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi bîr anî. Meş bi tevlîbûna sedan ciwan û jinan pêk hat. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên Jinên Ciwan her wiha pankartên bi nivîsa "Têbikoşe berxwedana faşîzmê hilweşîne Rêber Apo azad bike" hatibû hildan. Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a dikeve taxa Şêx Meqsûd dest pê kir û heta çerxerêya şehîd Destîna ya dikeve taxa Şêx Meqsûd şerqî dewam kir.
 
Piştî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Emîne Ebdo pakrewanên azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Beriya 24 salan dengê qêrînek ji dilê Kurdistanê bilind bû, li dijî dagirkerî û faşîzmê ew deng got na ji jiyanek bê rûmet re û ew deng dengê şehîd Zîlan bû. Çalakiya şehîd Zîlan çalakiyek fedaiyane bû û li dijî êrîşên qirkirinê bû. Em soza şopandina rêka şehîdan nû dikin û em ê  li mîrasa ku wan hiştine xwedî derkevin."
 
Meş bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.