'Bi dayina kedê û xebatê em jiyaneke nû li Şehbayê ava dikin'

  • 09:08 30 Hezîran 2020
  • Rojane
Fîdan Abdullah
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne û di bazarê de dixebitin anîn ziman ku yên mirov li ser piyan dihêle xebat e û wiha gotin:"Bi dayina kedê û xebatê em jiyaneke nû li Şehbayê ji xwe re ava dikin. Hovîtiya dagirkeriyê li pêşiya me nebû asteng. Em ê heta dawiyê bi keda destên xwe li ser piyan bimînin." 
 
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Herêma Efrînê kir, şêniyên Efrînê ji cih û warên xwe koçî Şehbayê bûn. Bi mayina li Şehbayê jinên Efrînê dîsa xwedî li keda xwe derketin û di nava xebatên cur be cur de cihê xwe digirin. Kiryarên hovane vîna wan ji bo afirandina jiyaneke nû bi hêztir kir ku ev jin ji qedera xwe re teslîm nebin. Bi armanca valaderxistina kiryarên dewleta tirk jinên Efrînî piraniya wan ser kar in û ji bo debara mala xwe dixebitin. Têkildarî mijarê jinên ku di bazaran de dixebitin nêrîna xwe bi me re parve kirin. 
 
'Îradeya jinê nayê şikandin'
 
Jina bi navê Rolav Mihemed a ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye û li navçeya Fafîn ya Şehbayê bi cih bûye derbarê xebitandina jinê ya  ji bo jiyaneke nû wiha axivî: "Dewleta tirk cih û warên me talan kir û em mecbûrî koçberiyê kirin. Destpêkê jiyana li Şehbayê  gelekî bi me zehmet bû, lê piştre me  bi keda xwe jiyanek nû ji xwe re afirand.  Bi dayina kedê re her tişt hêsan dibe, lê pêwîst e mirov wê hêza di hundirê xwe de bike xizmeta guhertinên bingihîn. Tu kes nikare îradeya jinan bişkîne."
 
'Em bi keda xwe kêfxweş dijîn'
 
Jina bi navê Henîfe Tobel a ji navçeya Reco ya Efrînê ye û  niha li navçeya Ehdas ya Şehabyê dimîne û ji xwe re dikaneke zebzeyan vekiriye û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Li Efrînê jiyana me xweş û aram bû, her kes li ser xebata xwe bû. Armanca erdogan parçekirina gelê Efrînê bû û çewisandina vîna wan bû, lê em li hember vê armancê sekinîn. Min ji xwe re dikanek vekiriye û têde zebze û her pêdîviyên jiyanî difroşim.  Em bi keda xwe kêfxweş dijîn."
 
'Me bi kar û xebatê hebûna xwe mayinde kir'
 
Her wiha jina bi navê Ronahî Hecîka ya ji Efrînê û di dikana cil û bergan de kar dike wiha got: "Dewleta tirk dixwest ku em her bi tirsa êrîşa wî re bijîn, berovajî wê rihê jiyanê û hêviyên vegerê bi me re mezin bûn. Dîsa jî em dibînin ku jin pêşengtiya domandina vê jiyanê dike. Her çiqas hovîtiya dewleta tirk li Efrînê mezin jî bû, lê ev yek nebû asteng li pêşiya herikîna jiyana me. Me bi kar û xebat hebûna xwe mayinde kir."