‘Bila Merveyeke din êdî neyê qetilkirin’

  • 09:01 30 Hezîran 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Mikaîl ê ku bi salane li ser hevjîn û zarokên xwe tundiyê dide meşandin keça xwe Merve Konukoglu qetilkir. Dayika Merveyê têkildarê qetilkirina keça xwe de got: “Bila êdî Merve neyên qetilkirin. Ji ber vê yekê jî mêran bê ceza nehêlin. Sucê keça min tenê heskirina diya xwe û li dijî tundiyê rawestîn bû.”
 
Merve Konukogluya (20) ku ji bo beşdarî ezmûnên zanîngehê bibe çû Xerpêtê di 17’ê Hezîranê de ji aliyê bavê xwe Mikail Konukoglu(65) ve hatibû qetilkirin. Mikaîl ê ku hertim tundiyek sistematik li ser hevjîn û zarokên xwe dida meşandin ji berê de ji bo qetilkirina hevjîna xwe amedekarî dikir û li gundê Elîpinarê mezelê wê kolabû. Sedema vê bûyerê di medyaya civakî de  çiqas weke nîqaşa keç û bav yan jî qebûlnekirina hevdîtinê jî be malbatê ev îda erê nekir. Malbat dibêje ku bûyer di navbera çend deqeyan de pêk hat. Mikail tê li ber derî bi 4 guleyan Merve qetil dike û piştre jî bi heman debanceyê xwe dikuje.
 
Ji bo em bêhtir agahiyan bidest bixin em çûn mala dayika Merveyê. Li malê xaltîk, xal û dayika Merveyê em pêşwazî kirin. Bi sersaxî xwestinê re me daxwaza xwe ya roportajê bi wan re parve kir. Mixabin ji ber gefên derdorê dayîk û xaltîkê nexwestin roportajê bidin û nexwestin ku navê wan ji derbas bibe. Lê bi pirsên me re wan tirsa xwe û hêrsa xwe parve kir. Ji xwe tenê xemê hêrsa ji çavên wan diyar dinixumand.
 
‘Ew periya diya xwe’
 
Dayika Merveyê çiqas çavên xwe vedişart jî nikaribû xema xwe binixûmîn. Nikaribû xeber bide lê hin caran bêdengiya xwe xira dikir û hertim heman gotin dubare dikir  û digot: “Keça min xwe ji bo min feda kir. Ew periya dayika xwe, ew wêrek û serbilinda diya xwe. Sucê wê tenê ew bû ku li hemberî tundiyê derket. Wê diya xwe diparast. Ji bo diya wê zererê nebîne xwe tim dikir talde ji dayika xwe re. Herî dawî canê şêrîn da. Nedizanî ku diya wê ji bi wê re mir. Bila Merve nemirin, bila Merve nemirin. Binvîsin vê gotina min da ku êdî qatîlê merveyan bê ceza nemînin. Daku dayîk êdî negirîn û jin nemirin.” Bi dengek bilind yê westayî dayika Merveyê gotinên xwe dubare dikirin û bi gotinên wê re odeya ji xizman tijî bu di carekê de bêdeng dibû. Lê diyar bû ku bêdengî û qelebalixî ji ne di xema wê de bû. Di nîva gotina xwe de jî radiwestiya û bala wê belav dibû. Ji ber ku gotinên wê tenêbûna ku hîs dikir didan der.
 
‘Em hikumetê efû nakin’
 
Car caran jî xaltîka Merveyê bêdengiya xwe xira dikir û digot “Em hikumetê efu nakin. Ji ber ku berpirsyarê qetlîaman ew e. Rexmê giliyên me wan ceza neda û tenê ji malê dûr xistin. Em nêzîkatiya wan bi tund şermezar dikin. Lê em dizanin ev gotinên me jî wê vala biçin. Yek ji sedemên ku em naxwazin baxivin jî ev e. Çiqas jin diqîrin ji bêhtir tên qetilkirin. Di rojên dawî de bi dehan jin weke Merve hatin qetilkirin. Ji bo pêşiya qetilkirinê bigirin kesek tiştek nake. Xwişka min bi qasî 40 salane vê îşkenceyê dijî lê ji ber zarokên xwe bêdeng dima. Nedixwest zarokên wê bi bandor bibin. Lê herî zêde ji zarokên wê zerer dîtin. Ji ber sersariya bavê wan 2 zarokên wê hatin girtin. Ev hemû encamên bavê xerab in.”
 
‘Heta canê we nestînim nayêm girtin’
 
Malbata dayika Merveyê diyar dike ku di encama îşkence, tundî û zordestiya Mikaîl de êdî xwişka wan ne qedand. Beriya salekê di meha hezîranê de doza hevberdanê vekir û xwest têkiliya xwe bi Mîkaîl re biqedîne. Malbatê avahiya ji dayika Merveyê re kirê kirne jî nîşanî me da û gotin: " Bi alîkariyê ev avahî me jê re kirê kir û xwişka me û keça xwe ji Xerpêtê hatine Erxeniyê bi cih bûne. Her kes dema li hev nake ji hev cuda dibin lê hişmendiya wî mêrî tiştek qebûl nedikir. Bi biryara hevberdanê re li ser malbatê tundî her ku diçû zêde dibû.  Mikail her roj gefên kuştinê li wan dixwar. Ji ber van sedeman jî dayîk û Merve serî li qereqolê dan.  Bi vê re Mikaîl cezayê ji malê dûrketinê stend. Rexmê wê ji, ew bi telefonê gefan li keça xwe dixwe û dibêje 'ez ê werim canê te û diya te bistînim'. Piştî saetekê ew bi gul, çikolata û debancê re tê ber derî. Bi hatina ber derî re Merve telefonî polîsan dike û rewşê dibêje. Piştî binçavkirina polîsan çend seet derbaz nebûn Mikaîl dubare telefonî Merve dike û dibêje 'hun gilî dikin, dixwazin min bidin girtin. Lê heta ku canê we nestînim nayêm girtin'û telefonê digire.”
 
‘Telefona wê jê distand û tundiyê pêkdianî’
 
Weke ku malbatê digot ji roja yekem heta niha ev îşkenceya Mîkaîl ku dikir nediqediya, bi debanc çuyîna Mîkaîl ya ber derî ne bûyera yekem ne jî ya dawî bû. Malbat dibêje ku Merve ji bo demekê li ser daxwaza bavê xwe diçe li mala wan dimîne. Lê bavê wê telefona wê jê distîne, herwiha tundiya fîzîkî û derûnî li ser dide meşandin. Li gorî agahiya malbatê Merve berê jî ji ber sedema tundiyê pirsgirêkên derûnî dijî û tedawî bûye. Vê carê ji bêhtir bi bandor dibe û ji bavê xwe ditirse. 
 
‘Mikaîl qetilkirinê bi pilan dike’
 
Dema me pirsa roja qewimîna bûyerê kir malbatê bi xemgînî bahsa wê rojê kir û got: “Merve jineke bi hêz bû ew hêza wê dibû xweşikiyek bê hempa di rûyê wê de. Xaltîka biçûk jî wêneyê wê nîşanî me dike. Lê xewn û xeyalên wê nîvçe man. Weke periyek biçûk ji ber dilê dayîka wê rakirin û birin. ” Malbatê got wê di beşa pêşveçûna zarokan de dixwend. Ji bo ezmûnên xwe ji çû Xerpêtê. Beriya ku here ew û diya xwe biryara bi hev re çûyînê didin. Wê dayîka wê serdana herdû zarokên xwe yên di girtîgehê de bikira û wê Merve jî beşdarê ezmûnan bûban. Lê ji ber ku hîna ji hevdîtina girtîgehê re mabû Merve tenê diçe û li mala birayê xwe dimîne. Li gorî agahiyên malbatê Mikail plan kiriye ku Merve û dayika wê herduyan bikuje. Ji xwe bi amedekarî diçe ber derî. Li Elîpinarê jî mezelê kolaye.
 
‘Ew bavê min e ew ê li min nede’
 
Di deme qewimîna bûyerê de zaroka birayê wê û jinbiraya Merve li gel in. Li gorî jinbira dibêje destpêkê bavê wê telefon dike û dibêje were gund serdana min. Merve naxwaze here û bav ji dibêje ezê werim. Merve dibê ez ê herim nexweşxaneyê ber bi êvarê ve were em hev bibînin. Lê ji xwe bav bi debanceyê hatibû ber derî. Mikaîl li derî dixe, dema Merve dizane bavê wê ye, çiqas jinbiraya wê ji bo vekirina derî dibe asteng ji Merve dibêje “ Ew bavê mine, ez ji keça wî me. Ew ê nikaribe li min bixe.” Merve derî vedike û deste bavê xwe maç dike. Bi xêr hatinê re jinbira çawa debance dibine dixwaze telefonî polîsan bike. Lê Mikaîl telefonê jê digire û wê derdixe derve. Bi girtina derî re denge 5 guleyan tê. Mikaîl 4 guleyan li Merve dibarîne û yekê jî li xwe.
 
‘Merve destê kujerê xwe maç dike’
 
Malbat bi qalkirina bûyerê re weke ku jiyan dikin dibêjin. Di her peyvê de denge wan dilerize û dibêjin “Merveyê destê kujerê xwe maç kiriye. Dilê wê yê paqij nebû asteng ji bo barandina guleyan. Nebû asteng ji bo kujerê çavsor. Ji wan zaliman re nebêjin bav. Ji wan zaliman re merasîma cenaze nekin. Malbatê herî dawî got tundiya Mîkaîl pêk dianî bê sînor bû.  Em hêvî dikin ku êdî tu Merveyeke din neyê qetilkirin.”
 
Cenazeyê Mikaîl  li gundê Elîpinarê di mezelê ku bi xwe kolaye de hat veşartin. Li gorî agahiyan, keyayê gund nexwast cenaze were gund û melayê gund jî nimêja wî ya cenaze nekir. Merasîma cenazeyê Merve ji li Erxeniyê pêk hat.