Zeynep Kinaci li Mexmûrê hat bibîranîn

  • 08:54 30 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Ji hela Meclîsa Îştarê ve ji bo bîranîna Zeynep Kinaci bernameyeke bîranînê hat lidarxistin û di bernameyê de sînevîzyonek hat nîşandan. 
 
Ji bo bîranîna Zeynep Kinaci, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bernameyê de sînevîzyonek hat nîşandan. Bernameya bîranînê ji hêla Meclîsa Îştar ve hat organîzekirin. Bername li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin. 
 
Beriya ku sînevîzyon dest pê bike, di şexsê Zeynep Kinaci  de ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştrê jî sînevîzyona ku Zeynebê vedibêje hat nîşandan.