Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Em radestî îşkenceyê nabin

  • 15:38 29 Hezîran 2020
  • Rojane
WAN - Jinên HDP'yî bertek nîşanî îşkenceya polîsan li Aktivîsta TJA'yê û endama Lijneya Rêveberiya Herêmên Meclîsa Jinan a HDP'ê, Rojbîn Çetîn kiribûn, dan. Jinan wiha gotin:"Bila hemû cîhan bizanibe ku tevî binçavkirin, îşkence, girtinên bêhiqûqî em ê ji rêya xwe ya xeta azadiya jinê gav paşde neavêjin." 
 
Polîsan bi ser mala Aktivîsta TJA'yê û endama Lijneya Rêveberiya Herêmên Meclîsa Jinan a HDP'ê, Rojbîn Çetîn de girtibûn û 3 saetan bi kuçîkên xwe îşkence li Rojbînê kiribûn. Têkildarî mijarê Meclîsa Jinê ya HDP'ê li ber avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Îşkence sûcê mirovatiyê ye, Bermayiyên Esad Oktay nikare têkoşîna me ya jinê têk bibin" hat hilgirtin. Wêneyên îşkenceyê yên Rojbînê hatin hilgirtin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevşaredara Seravê Caziye Dûman a qeyûm tayinî dewsa wê hat kirin, Hevseroka Şaredariya Colemêrgê ya mazbataya wê nehat dayin Seher Kadiroglu û rêveberên navçeyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevşaredara Ebexê Leyla Atsak ve hat xwendin. 
 
'Em radestî îşkencekaran nebûn'
 
Leyla diyar kir ku îşkenceya li Rojbîn hatiye kirin ne îşkenceya yekem e û wiha got:"Em dîsa ji vir radigihînin ku em radestî îşkenceyê nebûn. Wekî do em ê îro jî ji îşkenceyan hesab bipirsin. Bila kesên feyzê ji faşîştên darbeya 12'ê Îlonê digirin bizanibin ku ew ê negihêjin armanca xwe."
 
'Divê em hesap ji kesên îşkenceyê dikin bipirsin'
 
Leyla wiha dewam kir:"Îktidara îro hatiye nokteyekê ku îşkence û binpêkirina mafan diparêzin. Divê rayedar di vê mijarê de demildest gav biavêjin. Yan na bila ew bi xwe îstifa bikin. Em bang li jinên AKP'ê diparêzin û hemû jinan dikin ku em bi hev re ji vê zihniyetê hesab bipirsin. Divê em hemû jinan biparêzin."
 
'Divê em gav ji vê rêyê paş de neavêjin'
 
Leyla wiha got:"Bila hemû cîhan bizanibe ku tevî binçavkirin, îşkence, girtinên bêhiqûqî em ê ji rêya xwe ya xeta azadiya jinê gav paşde neavêjin. Em radestî îşkenceyê nabin." 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Rojbîn Çetin rûmeta me ye" û bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.