'Heta îşkencekar bên darizandin wê têkoşîna me bidome'

  • 15:34 29 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - OHD'ê derbarê îşkenceya li Sevîl Rojbîn Çetîn hat kirin de daxuyanî da û got, "Em îşkenceya li Sevîlê hatiye kirin qebûl nakirin û heta ku îşkencekar bên darizandin em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin."
 
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(OHD), derbarê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn de li avahiya xwe daxuyanî da.  Di daxuyaniya hat dayîn de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) yên navend û navçeyan, endamên Lijneya Rêberiyên Herêmî ya HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosayê, MEBYA- DER, MED TUHAD -FED, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û ÎHD'a Amedê amade bûn.
 
Daxuyanî ji aliyê endama Lijneya Rêveberiyê Parêzer Seda Zengîn ve hat xwendin. Seda diyar kir ku Rojbîn hîna li TEM'a Mêrdînê di bin çavan de tê girtin, daxwaza ku ji bo şopên îşkenceyê bên tespîtkirin hîna nehatiye bicihanîn 
 
'Şopên îşkenceyê hene'
 
Seda bi bîr xist ku polîsan di 26’ê hezîranê de aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Sevîl Çetîn îşkence kirine û got: “Polîsan deriyê malê şikandine û ketine hûndirê malê, bi du kuçikan êrişî Çetîn kirine û îşkence lê kirine. Di encama êrişê de Çetîn ji lingên xwe û gelek deverên laşê xwe birîndar bûye. Dîsa polîsan pê li pişta wê kirine, cihê pêlava wan li pişta wê çêbûne. Çav û lêva wê birîndar kirine. Çetîn di mala xwe de sê saet û nîv ji pişt ve kelepçekirî hatiye hiştin. Li gel ku Çetîn ji polîsan re gotiye ku nexweşa penceşêrê ye jî dîsa îşkence berdewam kiriye.”
 
'Îşkencekar nayên darizandin' 
 
Seda destnîşan kir ku polîsan tacîzê li Rojbîn  kiriye û wiha got: “Polîsan wêneyên nîv tazî yên Çetîn girtine û ew tacîz kirine. Dîsa bi dehan caran heqaret lê kirine û xeber jê re gotine. Ji bo ku îfadeya wê bigirin kursiya bi teker çûye edliyeyê û pişt re birine Şaxa TEM’ê ya Merdînê. Niha jî li wir tê girtin. Daxwazên ku îşkence were tespîtkirin hêj dozger qebûl nekiri ye.” Zengîn, da zanîn ku ji bo îşkence were belgekirin û faîl derkevin holê lêpirsîneke berfireh hewceye û got: “Di dema binçavkirinê de ji ber ku li gor Protokola Stenbolê tevnegeriyane, tu peywîrdaran mekamên edlî agahdar nekirine. Em bi bîr dixin ku divê demildest derbarê berpirsiyarên îşkenceyê de lêpirsîn were destpêkirin. Dîsa rêvebera me Gulîstan Ataş a ku îşkenceyê ragihand û belav kir hatiye astengkirin û dozger xwestiye îfadeya wê bigire.”
 
'Îşkence zêde dibe'
 
Seda da zanîn kir ku îşkence li gorî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qedexeye û li gorî peyemana ku Tirkiye jî îmze kiriye divê îşkenceyê neke û li gorî Qanûnên Cezayê ya Tirkiyê jî îşkence wek sûcê mirovahiyê tê zanîn. Zengîn anî ziman ku roj bi roj îşkence li Tirkiyê zêde dibe û îşkence derketiye asta sîstematîk. Zengîn got derbarê wan polîsên ku îşkence kirine lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin. Zengîn got dixwazin bi vê îşkenceyê pêşî li têkoşîna demokratîk û azadîxwaz a jinan bigirin. 
 
'Robîn berdin'
 
Seda diyar kir ku ew îşkenceya li Rojbîn hatiye kirin qebûl nakin û divê derbarê îşkencekaran de demildest lêpirsîn were destpêkirin. Seda da zanîn ku lazime Rojbîn demildest were dermankirin û berdan. Seda got ew bi bîr dixin ku îşkence qedexe ye û dê derbarê pêvajoyê de raporek bi raya giştî re parve bikin û dê têkoşîna hiqûqî birêve bibin.