Îşkenceya bi kuçikan ji meclisê hat pirsîn

  • 14:45 29 Hezîran 2020
  • Rojane
ENQERE - HDP'ê îşkencekirina Sevîl Rojbîn Çetîn, kir rojeva meclisê û xwest ku Komîsyona ji Mafên Mirovan Berpirs bi awayekî lezgîn kom bibe.  
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî  ya Partiyê û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn ku polîsna bi kuçikên li gel xwe êrîşî mala wê krin û di malê de îşkence lê kirin daxwazname da Komîsyona Mafên Mirovan. 
 
Di daxwaznameyê  de hat diyarkirin ku Sevîl Robîn bi saetan hatiye îşkencekirin û di berdewamiyê de ev tişt hat gotin: "Bi raporan hatiye ispatkirin ku li du piyên wê şûna dirandina devê kuçikê heye, li pişta wê jî şopa bêlavê heye, lê va wê hatiye çirandin û li gelek cihên bedena wê şopên îşkenceyê hene. Kuçik berî polîsan ketine hundir û êrîşî Çetîn kirine. Du lingên wê dirîne û anîne asta hilqetandinê. Ev jî diyar e ku polîsan bi zanebûn ev yek kiriye û temaşe kirine."  
 
Derbarê daxuyaniya Muduriyeta Emniyetê û Walîtiya Amedê ku hatiye dayîn de jî di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku xwedîderketina li îşkenceyê heye.
 
Di daxwaznameyê de hat xwestin ku di kesayeta Rojbînê de bûyera ku pêk hatiye dikev qada peywira komîsyonê û divê ku komîsyon demildest kom bibe.