Derbarê Rojnameger Sadiye Eser de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 13:04 29 Hezîran 2020
  • Rojane
STENBOL - Derbarê nûçegihana  Ajansa Mezopotamyayê Sadiye Eser de ji ber hevpeyvînek di 2019’an de kiriye lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê ya buroya Stenbolê Sadiye Eser de ji ber hevpeyvîna “20 salê Ocalan ên li Îmraliyê” ku di 2019’an de kiribû, lêpirsîn hat destpêkirin. Dozgeriya Stenbolê nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ya di rojnameya Yenî Yaşamê de hat weşandin çavkanî nîşan daye û xwest Sadiye biçe Dadgeha Çaglayanê îfade bide. Sadiye çû Dadgeha Çaglayana Stenbolê û îfade da dozger. Hat îdiakirin ku di hevpeyvîna li gel parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar de hatiye kirin hevokên ku propganda kirine hene.