'Di ezmûna YKS'ê de mesafeya civakî têk çû'

  • 10:35 29 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Di dawiya hefteyê de 2 milyon 437 hezar û 119 xwendekar beşdarê ezmûnê bûn. Di ezmûnê de mesafeya civakê têk çû, xwendekar di nava streseke mezin de ketin ezmûnê. Malbatên xwendekaran jî bertek nîşanî pergala perwerdehiyê dan. 
 
Ezmûna Saziyên Hindekariyabilind (YKS) ku ji aliyê OSYM’ê ve tê lidarxistin dê 2 milyon û 437 hezar û 119 xwendekar beşdar bûn. Ezmûn di navbera 27-28’ê hezîranê de bi du rûniştinan pêk hat. Ezmûn îsal di nava şertên vîrûsa koronayê de pêk hat. Ji ber vîrûsa koronayê du caran dîroka ezmûnan hat guhertin. Rûniştina ewil a ezmûna Testa Besbûna Bingehîn e (TYT) di 27’ê hezîranê de bû. Di 28’ê hezîranê de jî ezmûna Testa Besbûna Qadê (AYT) bû. Wezareta Karên Nevxweyî bi boneya ezmûnê sînorkirina derketina derve ji bo roja şemî û yekşemê anîbû. Xwendevanên ku ji ezmûnê derketin nerînên xwe ajansa me re parve kirin.
 
‘Divê pergala perwerdehiyê hîn zêdetir pêşve biçe’
 
Xwendevan Beyza Oguz diyar kir ku TYT gelek bi zor bûye lê AYT li gorî wê hîn hêsan bûye û got: “Ez beşa derûnnasiyê dixwazim qezenç bikim. Ezmûna min jî baş derbas bû. Hêvî dikim ku li gorî dilê min pêk bê. Lê pergala perwerdehiyê divê hîn pêşve biçe.  Her wiha ez di şert û mercên pandemiyê de xebitim. Her çiqas aliyê deruniye de bibandor bibe jî ez xebata di hundirê mal de hez dikim. Ji ber vê ji bo min zêde ne pirsgirêk bû.”
 
Dayika xwendevan Beyzayê, Ziynet Ustun jî mikrofonê siteng û ji pergala perwerdehiyê re gazinên xwe anî ziman. Zîynet destnîşan kir ku xwendevanan ji bo zanînan mecbûr dihêlin. Qet xwendevanan nafikirin ku di şert û mercên pandemiyê de wê çawa pirsên xwe nîşanê mamosteyan bidin û her wiha nikarin biçin derve jî. Di vê pêvajoyê de min her tim ji keça xwe re digot ku bila bixebite û xwedî karekê bibe. Keça min belkî ne ji aliyê perwerdeyê de jehat be jî ji aliyê huner û karên din re gelek jehatî ye. Êdî xwendevan ne di armanca karekê li gorî dilê wan de nin. Şûna wê de dixwazin tenê hema xwedî karekê bibin.”
 
‘Malbat ji xwendevanan zêdetir di bin stresê de nin’
 
Xwendevan Rojbîn jî ku du sal e dikeve ezmûnê ku ji bo encamekê baş derxîne hewil dide diyar kir ku pirsên ezmûnê hêsan xuya dikirin û got: “Pirs zêde tevlihev bûn, min çend caran dixwenda lê nedikariya bibersivînim. Bi qasî ku ji destê min hat min hewil da. Em di pêvajoya pandemiyê de ketin ezmûnê û ew jî li gorî min qezenc bû. Ji ber ku em di aloziyek de bûn lê min vê aloziyê guherand wekî firsendê.  Her wiha li gorî min divê pergala ezmûnê wiha nebe. Ger ku ezmûnekê li gorî huner û qebiliyeta xwendevanan pêk bihata wê demê dê xwendevan jî ewqas neketina stresê.”
 
Dayika Rojbîn, Sultan jî axivî û got: “Li gorî min ger ku xwendevan xwe ji bo ezmûnê amade hîs bike di pêşiya wan de tu astengî tune. Ango niha pêkanîna ezmûnê baş bû. Ne pêwist e ku salek din jî li bendî bimînin û xwendevan dîsa bikevin stresê. Em wek malbat carinan ji zarokên xwe zêdetir dikevin bin stresê.”
 
‘Tedbîr têr nekir' 
 
Xwendevan Merve Fîdancan jî mamostetiya ingilîziyê dixwaze diyar kir ku atmosfera ezmûnê gelek bi stres derbas bû û ji aliyê mesafeya civakî pratika wan tenê di gotinê de ma ye û wiha axivî: “Em wek xwendevan hertim vê stresê dijîn. Ji bo ku em vê stresê nejîn dikarin şuna vê ezmûnê de li gorî serkeftî û puwanên me yên lîse ve encamek derxînin û bi wî awayî em li gorî performansên xwe biçin zanîngehan wê baştir bûya. Ger ku wisa bûya xwendevan hem ewqas stresan najîn hem jî hêsantir dikarin biçin zanîngehan. Di heman demê de ez dixwazim li ser şert û mercên ezmûnê jî bisekinim ku li gorî min tedbîr kêm bûn. Ewqas gotin mesafeya civakî û hwd lê pratika wan tenê di gotinê de ma. Navbera xwendevanan de mesafeyek zêde tune bû. Her wiha di vê pêvajoya pandemiyê de deruniya me jî ji bo ezmûnê re ne baş bû. Ji ber ku em aloziyek de bûn û ew jî li ser me bandorek neyînî pêk anît.”
 
‘Xwendevanên pozîtîv di polekê cuda de ketin ezmûnê’
 
Serperişt û pewyirdar Betûl Bulur jî anî ziman ku di kêliya ezmûne de peywirdaran maskeyê didan li ber xwe lê ji bo xwendevanan heman tişt tune bû û got: “Di xwendevanan de maske tune bû ji ber ku bi maskeye çêkirina ezmûnê zor e. Di çarçoveya tevdîran de jî klima nehatin xebitandin. Xwendevanên ku pozîtîv bûn di polekê cuda de ketin ezmûnê.”