'Îşkence li hemû jinên têkoşer hatiye kirin'

  • 09:17 29 Hezîran 2020
  • Rojane
WAN - Siyasetmedar û aktivîstên bertek nîşanî îşkenceya li aktivîsta TJA'yê Sevil Rojbîn Çetîn hat kirin dan, wiha gotin:"Em bi zext û îşkenceyan gav paş de navêjin. Îşkenceya li Rojbînê hatiye kirin li hemû jinên têkoşer hatiye kirin."
 
Polîsan bi hinceta dosyayeyeke li Amedê hatiye vekirin bi ser mala, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn de girtibûn û 3 saeta li mala wê îşkence bi wê kiribûn. Parêzerê Rojbînê îşkecenceya ku polîsan bi kuçîkan bi Rojbînê kiribûn bi rêya medyaya civakî ragihand. Ji bo îfadeyê bangî parêzerê Rojbînê jî hat kirin. Jinan bertek nîşanî îşkenceya li Rojbîn hat kirin, dan. 
 
'Bi sedan sala ne helwesta sîstemê ya li dijî jinê li ber çavan e'
 
Aktivîsta TJA'yê Gulcan Kaçmaz Sagyigit anî ziman ku îktidar li Amedê bi êrîşa ser jinan dixwaze peyemeke nû bide û wiha got:"Ev polîtîkaya li dijî jinê polîtikaya çewisandinê ye. Hêvî dikin ku jin li dijî vê yekê bêdeng bimînin. Bi êrîşa dijmirovî ya li ser hevala me dixwazin konsepteke nû bixin meriyetê. Bi sedan sala ne helwesta sîstemê ya li dijî jinê li ber çavan e. Hevala me Rojbîn û hevalên wekî wê têkoşer ew ê bi van zextan zû bi zû gavê paş de neavêjin. Me berê çawa li dijî zehmetiyan li berxwe didan em ê niha jî li berxwe bidin."
 
'AKP bi xwe re dikeve nava nakokiyê'
 
Aktivîsta TJA'yê Caziye Duman anî ziman ku ew li dijî îşkenceyê ne û wiha got:"AKP her çiqas xwe wekî 'parêzvanê mafên jinan' nîşan bide jî bi êrîşa li ser Rojbînê helwesta AKP'ê ya li dijî jinê xwe nîşan daye. AKP bi xwe re dikeve nava nakokiyê. Parêzerê Rojbînê ji ber wêneyên îşkenceyê li ser medyaya civakî parve kir ji bo îfadeyê bang lê kirin. Ev jî nayê qebûlkirin."
 
'Kurd ew ê li dijî êrîşan gav paş de neavêje'
 
Alîkara Partiya Azadî û Mirovan Menîce Gulmez bi lêv kir ku îktidara 17 salî her ku diçe mirovan ji hevdu dûr dixin û wiha got:"Gotinên AKP'ê yên wekî 'Ji bo îşkenceyê sifir tolerans' tenê ji bo kesên wekî AKP'ê difikire ye. Me dît çawa tecawizkar, diz û kujer berdan. Tu carî îşkenceya li ser Gelê Kurd bi dawî nebû. Gerek em her dem bi hêz bin. Kurd ew ê li dijî êrîşan gav paş de neavêje."
 
'Ew ê têkoşîna me bidome'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Qelqelîyê Sakine Kutpinar diyar kir ku ew îşkenceya hatiye kirin qebûl nakin û wiha got:"Têkildarî kesên ev îşkence kirine lêpirsîn nayê destpêkirin lê bangî parêzerê ku wêneyên îşkenceyê parve kiriye dikin û îfadeyê digirin. AKP ji xwe re dibêje 'ez partiya jinê me' lê belê îşkenceyê li jinê dike. Em dîsa dibêjin em vê êrîşa li dijî hevala me hatiye kirin qebûl nakin. Ew ê têkoşîna me bidome."