Malbatên girtiyan xwestin girtiyên nexweş bên berdan

  • 09:09 29 Hezîran 2020
  • Rojane
WAN - Girtiya nexweş Pavîzîk Demîr ya 67 salî di şertên zehmet de dijî. Xizma wê Pakîze Demîr got: “Xesuya min nikare hewcedariyên xwe bîne cih. Hikûmetê ji bo kesên di ser temenê 65’î de di vîrûsê de qedexe anî ku dernekevin derve. Gelo wê girtîgehan xwe çawa biparêzin.”
 
Di pêvajoya pandemiyê de bêguman rewşa girtiyên nexweş û kal û pîr zêdetir krîtîke. Yek ji van girtiyan jî Pavîzîk Demîr ya 67 saliye. Pavîzîk nexweş û di 2’yê nîsana 2012’an de hat girtin 8 mehan hat darizandin û piştre hat tahliyekirin. Lê piştî ku 6 sal û 3 meh cezayê wê hat erêkirin di 4’ê Adara 2019’an de dîsa hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa T ya Wanê. Pavîzîk nexweşa fitqa piştê, mîgren, tansiyon, şekir e.
 
Bûka Pavîzîkê, Pakîze Demîr, daxuyakirin ku Pavîzîk di şertên girtîgehê de zehmetiyan dikşîne û wiha pê de çû: “Di hevdîtina telefonê ya dawî de got ji ber nexweşiya şekir ew birine nexweşxanê. Piştî ji nexweşxanê hatine 14 rojan xistine karantînayê. Xesuya min nikare hewcedariyên xwe bîne cih. Dema li malê bû me hewcedariyên wê dikir.”
 
‘Ji ber cil û bergan zextan lê dikin’
 
Pakîzeyê daxuyakirin ku bendewariya wan ji hiqûq, edeleta Tirkiyeyê nemaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me telefon kir, got ‘dema ez birim nexweşxaneyê, du caran gotin di pêlava te de toqeya têl hatiye dîtin. Îftereyê dabêjin. Ger hebûna minê hîs bikira, gelo ew toqe çawa ketiye wir. Armanca wan ev e ku dosyayek nû vebikin’. Pavîzîk Tirkî nizane, pîr e. Ji ber vê jî rastî pêkanînên wisa tê. Her wiha her tim ji ber cil û bergên xwe yên gelerî jî rastî zextan tê.”
 
Pakîzeyê bi lêv kir ku Pavîzîk wê ji ber xwedî li nasname û zimanê xwe derketiye hatiye girtin û got: “Ji bo kesên di ser temenê 65’î de qedexe anîn. Di vê pêvajoya vîrusê de yên girtîgehê wê çi bikin. Em nizanin ku çi dijîn. Çend kes li koxuşan dimîne? Dezenfektan û rûpûş tê dayîn an na. Em ji ber rewşa wan bi fikarin. Divê girtî bên tahliyekirin.”