Ji bo gelê Wan û Mêrdînê hişyarî: Vîrus hîna heye

  • 09:08 29 Hezîran 2020
  •  
WAN-MÊRDÎN - Endamên SES’ê yên Wan û Mêrdînê, balkişandin ser zêdebûna hejmarên vîrusa korona ya di pêvajoya normalbûnê de pêk hatiye û gotin li dijî pêla duyemîn divê tedbîrên cidî bên girtin.
 
Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan gihişt 5 hezar û 82 kesî. Di 1’ê hezîranê de pêvajoya normalbûnê hat destpêkirin, lê ji wê dîrokê heta niha zêdebûneke cidî heye, lig elek bajaran gund, navçe û avahî ketin bin karantînayê.
 
Yek ji van bajaran jî Wan e. Li gorî daxuyaniya fermî ya ji bo Wanê di 16’ê Hezîranêde hatiye kirin hejmar gihiştiye 600’î, her wiha 10 kesî jiyana xwe ji dest daye û 18 hezar kes jî di karantînayê de ne. Sekretera SES’ê ya Wanê Seda Guler der barê rewşa bajar de axivî.
 
‘Ji bo normalbûnê zû bû’
 
Sedayê diyar kir ku pêngavên normalbûnê zû hatiye avêtin û civak jî bi awayekî baş tedbîran nagire û got: “Navbera fîzîkî, bê rûpûş derketina derve, vekirina konê şînê. Ev hemû bûn sedema xerabûnê.Bi normalbûnê re her tişt zû aktîf bû. Sînorkirin hatin rakirin, veguhestina navbera aran hat vekirin. Ev pêvajo zû bû. Bi rakirina qedexeyan re konên şînê hatin vedan. Serdanê cejnê hatin kirin. Tevlîbûna dawetan çêbûn. Vê jî vîrus belav kir.”
 
‘Pirsgirêkên aborî bandor kir’
 
Sedayê balkişand ser pirsgirêkên aboriyê yên gel di pêvajoya vîrusê de jiyaye û got: “Di vê pêvajoyê de her kes ket heyra ku nan bibe mala xwe. Vekirina kafe û AVM’yan jî bandorek mezin li ser hejmarê kir.”
 
Seda ku li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdêya Herêmî ya Wanê dixebite da zanîn ku bûyerên tên wir li avahiya pêvek tên dermankirin û got di pêvajoya normalbûnê de bi kedkarên tenduristiyê re jî vîrus hatiye dîtin.
 
‘Ji bo me pêvajoyek zehmet bû’
 
Sedayê wiha dawî lê anî: “Kedkarên tenduristiyê di pêvajoyek zehmet de derbas bûn. Me bêriya normalbûnê kiribû. Ji bo me pêvajoyek dirêj bû. Em li nexweşxaneyan bûn. Ji serî de pirsgirêkên me yên ekîpmanê hebûn. Hewl hat dayîn ev bên çareserkirin. Şertên xebatê her çûn başbûn lê di mijara nexweşiyê de em berbi xerabiyê ve diçin. Hikûmet divê li dijî pêla duyemîn tedbîrên cidî bigire.”
 
Ji Mêrdînê jî hişyarî
 
Yek ji bajarên ku hejmar her diçe zêde dibe Mêrdîn e. Hat hînbûn ku kapasîteya nivînên nexweşxaneyê tije bûne. Her roj di ser 70’ê de bûyer dertê holê.Endamên SES’ê yên Mêrînê diyar kirin ku divê bi taybet li Nisêbîn, Mîdyat, Qoserê tedbîr bên girtin.
 
Sekretera SES’ê ya Mêrdînê Gulnîgar Karataş der barê mijarê de axivî û got: “Ji meha Adarê de ye bûyerên vîrusê li nexweşxaneyan derketin holê. Bi pêvajoya normalbûnê re pirsgirêkên cidî hatin jiyîn. Hejmara xebatên enfekte di vê pêvajoyê de zêde bû. Hejmara nexweşên serwîsan zêde bûn. Li seranserê Mêrdînê hejmar gihiştiye 2 hezarî. Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên enfekte 70’ê derbas kiriye.Em bi van hejmaran dibînin ku ev ne normalbûne, ferzkirina normalbûnê ye.
 
Gulnîgarê jî balkişand ser tedbîran û gel di vê mijarê de hişyar kir: “Divê em bizanibin kul i bajar vîrus heye û li gorî vê em tevbigerin. Tevî hemû hişyariyan, gel bê hestiyar tevdigere. Wekê ku vîrus tune, serdanên malbatan, dawet, şîn, pîrozbahî, îbadet, mewlud û her wekê din tên kirin.Mînak malbateke ku bi hev re çûne seyranê, piştre ketine bin karantînayê û niha tê dermankirin heye. Divê em fedakariyê bikin û hinek tiştan li ber çavan bigirin. Divê em windakirinê wisa hêsan nedin ber çavan.”