'Hêviya me ya mezin yekitiya Gelê Kurd e'

  • 09:03 29 Hezîran 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Rewşenbîr Leyla Ebdo derbarê yekitiya rêxistinên kurd li rojavayê Kurdistanê nêrîna xwe anî ziman û got: "Xewin û xeyala me ya bi salan e ku em kurd yekitiya xwe ava bikin.  Di vî warî de niha li rojavayê Kurdistanê gaveke baş hatiye avêtin, em hêvî dikin ku hemû kurd yekitiya xwe ava bikin."
 
Di 17'e Hezîranê de 25 Partiyên kurd li rojavayê Kurdistanê  yekîtiya xwe di bin sîwana Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdî de bi daxuyaniyeke hevpar ku dan ragihandin. Derbarê vê yekitiya ku hat ragihandin de Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê Leyla Ebdo nirxandin kir.
 
'Xewna me pêk hat'
 
Leylayê di despêka axaftina xwe de diyar kir ku xewin û xeyala wan ew e ku yekîtiya kurdan pêk were û wiha domand: "Xewin û hêviya me bû ku em yekîtiya hêzên xwe yên siyasî bibînin. Ji ber ku bi yekîtiya hêza siyasî re, bingehê avakirina yekitiya Gelê Kurd tê danîn. Piştî xebateke têr û tijî yekitiya partiyên kurdî li rojavayê Kurdistanê bi riya daxuyaniyeke hevpar hat ragihandin. Gaveke baş û serkeftî bû.  Bi taybet jî di vê dema ku em bûne navenda hemû êrîşan gaveke bi vî rengî gelek girîng bû."
 
'Dewleta tirk helewsta xwe nîşan da'
 
Di domandina axaftina xwe de Leylayê bal kişand ser helwesta dewleta tirk û wiha got: "Piştî bi rojekê ji vê gavê, me yekser helwesta dijminê xwe dît. Dewleta tirk li ser medyayên xwe yên civakî gotibû ku kî bi hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser re hevkariyê bike, wê ew jî bibin hedefa êrîşên me. Vê helwestê ji me re eşkere kir ku dewleta tirk dixwaze şerê xwekujiyê di nav kurdan de derxîne. Hêviya me ya mezin ew e ku em yekîtiya Gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê pêk bînin."
 
'Divê di demeke nêz hemû hêzên kurd bibin yek'
 
Leyla di dawiya axaftina xwe de bang li gelê kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di dirêjahiya dîrok û şaristaniya Gelê kurd e, gelek caran yekîtî di navbera hêzên kurd de çêbûye. Lê her tim bi destê dijmin şerê naxweyî hatiye destpêkirin ku hemû destkeftiyên Gelê Kurd têk çûne. Di roja me ya îro de jî heman tişt dubare dibe.  Divê gelê me bi polîtîkeyên dijmin neyê xapandin. Em destên xwe bidin hev, dijmin ji nav xwe derxin û yekîtiya xwe mezintir û bi hêztir bikin. Ez bang li Kobanê, Efrîn, Cizîr, Başûr, Şengal, Mexmûr, Amed, Botan û Rojhilat, dikim û dibêjim ku êdî dem dema lihevkirinê ye."