ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2020'Î

  • 09:00 29 Hezîran 2020
  • Rojev
*Jinên siyasetmendar têkildarê êrişên li dijî KCD’ê û saziyên jinan bertek nîşan dan û gotin “Li cihekî ku têkçûna desthilatdariya wî cihî ewqas nêz e. Ji bo têkbirina hêzên hegomonîk hertim li qadan bin û têkoşînê bilind bikin. BI DÎMEN
 
*Şêniyên Şengalê yên koçber ku piştî 6 salan vegeriyan ser axa xwe ya pîroz, gotin ku tişta herî xweş ew e mirov li ser axa xwe bijî. BI DÎMEN
 
*Rewşenbîr Leyla Ebdo derbarê yekitiya rêxistinên kurd li rojavayê Kurdistanê nêrîna xwe anî ziman û got: "Xewin û xeyala me ya bi salan e ku em kurd yekitiya xwe ava bikin.  Di vî warî de niha li rojavayê Kurdistanê gaveke baş hatiye avêtin, em hêvî dikin ku hemû kurd yekitiya xwe ava bikin."DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku Tirkiye armanc dike ku li Rojhilata Navîn eniyên şer yên nû vebike û got: “Tiştên îro pêk tên plana têkbirina Gelê Kurd e. Divê ev plan tenê di sînorên Tirkiyeyê de neyên fikirîn. Gelek girînge ku Gelê Kurd li dijî êrîşan yekitiya neteweyî ava bike.”BI DÎMEN
 
*Jinan diyar kirin ku kampanyaya ku Meclîsa Jinan a HDP’ê bi dirûşmeya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ daye destpêkirin, bi piştevaniyê mezin bûye û gotin: “Kampanya me tevî qedexe, pandemî û astengiyan didome. Wê bidome. Em serbilindiya mafdar a berxwedanê dijîn.” BI DÎMEN 
 
* Şîrîn Unver, li dijî fatureyên ku zêde tên, vegeriya şêwaza berê û li ser agirê êzingan xwarina xwe çêdike, ava xwe germ dike. Şîrînê got: “Em ditirsin ku li malên xwe ceyranê pêxînin.” BI DÎMEN
 
*Endamên SES’ê yên Wan û Mêrdînê, balkişandin ser zêdebûna hejmarên vîrusa korona ya di pêvajoya normalbûnê de pêk hatiye û gotin li dijî pêla duyemîn divê tedbîrên cidî bên girtin. BI DÎMEN
 
*Girtiya nexweş Pavîzîk Demîr ya 67 salî di şertên zehmet de dijî. Xizma wê Pakîze Demîr got: “Xesuya min nikare hewcedariyên xwe bîne cih. Hikûmetê ji bo kesên di ser temenê 65’î de di vîrûsê de qedexe anî ku dernekevin derve. Gelo wê girtîgehan xwe çawa biparêzin.” BI DÎMEN 
 
*Siyasetmedar û aktivîstên bertek nîşanî îşkenceya li aktivîsta TJA'yê Sevil Rojbîn Çetîn hat kirin dan, wiha gotin:"Em bi zext û îşkenceyan gav paş de navêjin. Îşkenceya li Rojbînê hatiye kirin li hemû jinên têkoşer hatiye kirin." BI DÎMEN