HDP'ê kampanya xwe ya piştevaniyê bi dawî kir
- 17:32 28 Hezîran 2020
- Rojane
ENQERE - HDP'ê, Kampanya Malbatên Xwişka û Bira ya di çarçoveya şewba vîrûsa koronayê de dabû destpêkirin bi dawî kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kampanya Malbatên Xwişka û Bira ya di çarçoveya şewba vîrîsa korona (Kovîd-19) di meha Adarê de dabû destpêkirin, bi dawî kir. Koordînasyona Kampanyayê ya HDP'ê derbarê bidawîkirina kampanyayê de daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: "Me Kampanya Malbatên Xwişk û Bira bi awayekê serkeftî temam kir. Em ji bo hemû kesên piştgirî dan kampanyeya me spasiyên xwe pêşkêş dikin. Em ji îro û pê ve kampanya xwe bi dawî dikin."