Di hefteya 444'emîn a Komkujiyê de jî daxwaza edaletê

  • 12:37 28 Hezîran 2020
  • Rojane
ENQERE - Hewldana ji Rojboskê re Edalet, di meha 102'emîn a komkujiyê de diyar kir ku di 444'emîn hefteya komkujiyê de jî kujer nehatin cezakirin û di dozê de tu pêşketin pêk nehat.
 
Hewldana ji Roboskê re Edalet, di meha 102’emîn a Komkujiya Roboskiyê de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê hewldanê Tanju Gunduzalp, diyar kir ku di ser komkujiyê re 3 hezar û 105 roj derbas bûn û wiha axivî: “Malbatên mexdûr, saziyên civaka sîvîl û mirovên dilê wan dişewite, 102 mehin li edaletê digerin. Lê mixabin, ligel ku evqas roj derbas bûn jî di heftiya 444’emîn de ne bersûc hatin cezakirin, ne edalet hat bi cîh anîn û ne jî di warê hiqûqî de tu pêşketin çênebû.”
 
Tanju, da zanîn ku divê êdî ev şer û pergala dagirkeriyê bi dawî bibe û wiha domand: “Pêwîste ku welatên cîhanê dest ji razemeniya aboriyê ya ewlekariyê û polîtîkayên şer berdin. Divê ji bo mirovahiyê, xwezayê, wekheviyê û edaletê bixebitin. Xilasiya mirovahiyê encex wisan pêk were.”
 
Tanju Gunduzalp, di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “34 mirov di bombebaranê de hatin kuştin. Her kesî ev rastî qebûl kiriye. Lê ev yek di pergala qanûn û edaletê de hîna jî nehatiye qebûl kirin. Êdê necezakirina li serê her goşeyê hatiye bi cih kirin. Ne bersûc tên cezakirin û ne jî edalet tê bicihanîn. Ji ber ku dewlet, cezakirin, hiqûq û edalet tuneye, em van bûyaran dijîn. Dem bi ser tu komkujiyan re derbas nabe. Heya ku Komkujiya Roboskî neyê ronî kirin, ne pêkane ku siyaseta Tirkiyeyê demokratîk bibe.”