Girtiyan çalakiya xwe bi dawî kir

  • 11:43 28 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê, ragihand ku 3 girtiyên jin ên li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, ji ber ku daxwazên wan hatin qebûlkirin, dawî li çalakiya xwe anîn.
 
Endamên Komîsyona Mafên Mirovan û Girtîgehan a Baroya Mêrdînê, derbarê hevdîtina ji 3 girtiyên jin ên li dijî binpêkirinên mafan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê kiribûn Rohanî Sirdaş re kirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku Ronahî bi Elîf Denîz û Melek Evren re di 25’ê Hezîranê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. 
 
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ronahî Sirdaş, di hevdîtina me kir de, dest nîşan kir ku wan li dijî binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de tên jiyîn dest bi greva birçîbûnê kirine. Li gorî vegotinên Ronahî Sirdaş, rayedarên girtîgehê hejmara li ser piyan û ya li hewşê ferzî wan dike. Di heman demê rayedarên girtîgehê di bin navê lêgerînê de wan tacîz û tehrîk dikin. Dema ku li dijî vê yekê derdikevin cezayê disîplînê li wan tê birîn. Dîsa heta niha 20 lêpirsîn li Ronahî hatine vekirin.” 
 
Di daxuyaniyê de wiha qala pirsgirêkên Ronahî anîn ziman hat kirin: “Heya niha 150 roj cezayê hucreyê li hevalên Ronahî Sirdaş, Melek Evren û Elîf Denîz hatine birîn. Ji bo wê jî 23 roj cezayê hucreyê û 4 sal qedexeya derketina hevdîtinê hatiye birîn. Rayedarên girtîgehê piştî greva birçîbûnê di 26’ê Hezîranê de hevdîtinê jinan re dike û daxwazên wan qebûl dike.Ronahî û hevalên xwe li ser vê yekê di 26’ê Hezîranê de dawî li çalakiya xwe tînin.” 
 
Baroyê dawiya daxuyaniya xwe de, diyar kir ku cezayê hucreyê li dijî mafê mirovane û got: “Pêkanînên li dijî rûmeta mirovan, şikandina heysiyetê û kêmxistina girtiyan, nayin qebûl kirin.”