Parêzerê ku wêneyê îşkencê kişand gazî îfadê kirin

  • 10:48 28 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Parêzerê Sevîl Rojbîn Çetîn ku bi êşkenceya bi kuçikê rûbirû hat hiştin û hat binçavkirin ji ber ku dîmenê îşkenceya hat kirin girt gazî îfadê kirin.
 
Endama Rêveberiya xwecihî û Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn di çarçoveya lêpirsîneke ku li Mêrdînê hat destpêkirin şeva berê li Amedê bi ser mala wê de hat girtin, hat îşkecekirin û piştre jî binçav kirin. Di serdegirtina malê ku herî kêm 3 saetan berdewam kir, nehiştin ku malbatên li heman bînahiyê derkevin derve. Polîsên ku deriyê mala Rojbînê bi dembor şikandin,  li gel du kuçikên xwe êrîşî Rojbînê kirin, ew ji piyên wê û gelek cihên bedena wê birîndar kirin û binçav kirin. 
 
Duh careke din îşkenceya li Rojbîna ku ji Edliyeya Amedê Şandin Mêrdîn ji aliyê parêzerê wê ve bi dîmenê ku hat kişandin hat belgekirin.  Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku ji bo îşkenceya li Rojbînê hat kirin tu lêpirsîn neda destpêkirin ji bo ku parêzerê dîmenê îşkenceyê girt bê îfadê bide ferman da Şaxa TEM'ê.