Li Kobanê mirina jinekê ya bi gûman
- 09:16 28 Hezîran 2020
- Rojane
KOBANÊ- Li Kobanê jina bi navê Meryem Osman ku bi awayekî bi gûman ji balkona mala xwe de ket xwarê jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Meryem Osman (28) duh êvarê ji balkona mala xwe bi awayekî bi gûman hat xwarê û jiyana xwe ji dest da. Meryem dayika du zarokanên ku yek jê salek û sê mehiye û yek jî çar mehî ye.
Lêpirsîna derbarê ketina xwarê ya meryemê de ku hat destpêkirin berdewam dike.