'Jina azad bingeha civaka azad e'

  • 09:09 28 Hezîran 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Rêvebera Weqfa Jina Azad a Sûriyê ya herêma Firatê Emîna Mihemed banga jinan kir û got: "Êdî xwe ji çarçoveya malê xwe rizgar bikin û ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin, dema ku jin azad bibe, civak jî azad dibe. Ji xwe dirûşmeya me jî 'Jina azad bingeha civaka azad e' û li ser vî esasî em kar didin meşandin."
 
Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi dirûşmeya "Jina azad bingeha civaka azad e" li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebat dide meşandin. Weqfa jina Azad li Sûriyeyê ya herêma Firatê di 29'ê tebaxa 2019'ê bi awayekî fermî navenda xwe vekir. Beriya vekirina navendê bi salekê kar û xebat dihatin meşandin. Bi vekirina navendê re qursên kompîter, dirûtin, kuafor, fêrbûna zimanê kurdî û erebî hatin vekirin. Armanca sereke ya Weqfê rizgarkirina jin û zarokan ji zihniyeta baviksalarî, azadkirina jina û civakê yê. Di 26'ê Sibata 2020'an de ji aliyê Weqfa jina Azad li Sûriyê ya herêma Firatê ve navenda Arî ya perwerdeyê li bajarokê Sirînê yê Başûrê Kobanê hat vekirin. Her wiha di 13'ê Hizêranê de Ofîsa Weqfa jina Azad li Sûriyê ya li bajarê Tebqayê hat vekirin. Di derbarê kar û xebatên Weqfa Jina Azad a Sûriyê Rêveberiya Weqfa jina Azad a Sûriyê ya herêma Firatê Emîna Muhemed ji ajansa me re axivî.
 
'Piştî qedexeya derketina derve hemû beşên Weqfê hatin vekirin'
 
Emînayê da zanîn ku şewba Koronayê li ser tevahî qadên jiyanê bandorên neyînî dike û wiha pê de çû: "Beriya qedexeya derketina derve di kar û xebatên me de gavên girîng hatibûn avêtin. Qursên kaforê, dirûtin, zimanê kurdî û erebî dihatin dayîn û gelek projeyên me hebûn. Bê guman şewba koronayê li ser hemû beşên me bandoreke neyînî kir. Wek saziyeke civaka sivîl di Kobanê de em jî li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tevdigerin, ji ber vê di dema qedexeya derketina derve de kar û xebatê me heta demeke dirêj hat rawestandin. Paşê dîsa giştî beşên weqfê dest bi kar kirin, serdan ji aliyê jin û zarokan ve ji weqfê re hat çêkirin û daxwaza wan a tevlêbûna nava xebatên li pêş e. Ev jî tê wateya ku beriya qedexeya derketina derve em dikarin bibêjîn me gavek avêtê ye."
 
'Wê li hemû taxên Kobanê baxçeyên zarokan bê vekirin'
 
Emînayê di berdewamiya axaftina xwe de kar û xebatên Weqfa Jina Azad li herêma Firatê dide meşandin wiha anî ziman: "Navenda me ya bi navê Arî ya perwerdeyê li bajarokê Sirînê jî dest bi kar kir, li Sirînê semîner tên li dar xistin, perwerdeya dirûnê, kuaforê û hemşîre (mudexeleya yekem) tên dayîn. Di demê pêş de li gor daxwazên jinan wê qursên fêrbûna kompîter bên vekirin. Beşê me yê keskesora Alan (cihê zarokên sêwî) di dema qedexeya derketina derve de hin guhartin hatin çêkirin, ji bo parastina zarokan tedbîrên girîng hatin girtin. Semîner derbarê derûnî û asta xwendina zarokan de tên dayîn. Di baxçeyên Arî de refek ji bo zarokên şehîdan hat vekirin û du ref jî ji zarokên taxa Botan Xerbî hatin vekirin, di demê pêş de wê hejmar zêde bibe. Projeyeke me heye ew jî wê li hemû taxên Kobanê baxçeyên zarokan bê vekirin. Lê di peyda kirina malan de em zehmetiyan dibînin."
 
'Êdî ji çarçoveya malê xwe rizgar bikin'
 
Emînayê destnîşan kir dema ku bajarê Tebqayê di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bû, jin bi tundî, tecawiz, revandin û kuştinê re rûbirû diman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kiryar û binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê bandoreke neyînî li ser jinan kir. Ji bo ku em karibin xwe bigihînin hemû jinên Tebqayê me navendeke xwe li wir vekir. Bi rêya perwerdeyên ku tên danîn heta astekê bi jinan re bibin alîkar ji bo karibin kar û xebat bidin meşandin. Dema ku em dibêjin azadiya jin pêwiste em di aliyê fikir û aborî de jinan pêş bixin, ev yek jî bi rêya projeyên em li ser rûyê erdê didin meşandin pêkan e. Armanca me ji van projeyan ku em karibin çareseriyekê ji pirsgirêkên civakî wek kuştina jinan di bin navê namûsê de, zewaca zarokan, pir jinî û berdan re bibînin, şerê herêmê çiqas bandorên neyînî li ser zarok û jinan dike analîz bikin û dengê wan bigihînin rêxistinên mafên jin û zarokan. Banga min ji jinan re heye ku êdî xwe ji çarçoveya malê rizgar bikin, dema ku jin azad bibe civak jî azad dibe. Ji xwe dirûşmeya me jî "Jina azad bingeha civaka azad e" û li ser vî esasî em kar didin meşandin."