Ferîde Mutlu: Ji hestiyên me jî ditirsin

  • 09:08 28 Hezîran 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Gundê Ferîde Mutlu di salên 1993'an de hat valakirin, piştre rêwitiya wê ya koçberiyê dest pê kir û di şer de du zarokên xwe winda kir. Ferîde diyar kir ku ji ber ku hestiyê zarokan ditirsin û êrîş dikin û got: "Qehremanê vê axê li pey xwe destan û çîrokên lehengiyê dihêlin. Ji ber berxwedana zarokên xwe em niha dibêjin em hene."
 
Di salên 1993'yan û 1994’an de ji ber polîtîkayên şer bi sedan gundên herêmê hatin wêrankirin û şewitandin. Gundê Goçxar a navçeya Licê ya Amedê di sala 1993’yan de ji ber zext û ferzkirina cerdevaniyê qebûl nekirin gund hat valakirin û gundî koçber bûn. Gelek keç û xortên vê herêmê tevlî PKK'ê bûn. Wekî Mehmet û Ridvan Mutlu. Mehmet, di sala 2015’an de li Kobanê û Ridvan jî di heman salê de li navçeya Sûra Amedê jiyana xwe ji dest dide. 
 
Ligel çîroka wêrankirin, valakirin û koçberiyê çîroka dayikên kurdistanî jî heye. Dayikên kurdistanî ji bo xwe bigihînin hestiyên zarokên xwe bi salan di nava têkoşînek bêhempa de cih girtin. Niha jî li ber çavên dayikan goristan tên texrîpkirin. Herî dawiyê li Goristana Goçxar a girêdayî navçeya Licê ya Amedê, 2 gorên din hatin texrîpkirin. Kêlên gorên Ridvan û Mehmet Mutlu hatin şikandin. 
 
Ji bo çîroka Ridvan û Mehmet hîn bibin me berê xwe da gundê Goçxarê û me xwe gihand mala Mutlu. Li ber deriyê avahiyê dayika Ridvan û Mehmet Ferîde rawestiyayî bû. Çawan ku em dîtin di carekê rabû ser piyan û me peşwazî kir. Dayika Ferîde ji me re got "Qîza min hûn ji ku derê tên zû bi zû tu kes li ber vî alî de nayê, we rêya xwe şaş kiriye gelo?” Piştî pirsa dayê me got, “Na dayê em rojnamevan in û ji bo li te guhdar bikin hatin li cem te.” Weke hemû xweşiyên biharê Ferîde kêfxweş dibe û bi dilek xweş em vexwedin hundirê malê dike.
 
'Axa Kurdistanê pîroz e' 
 
Piştî em derbasî hundirê malê bûn û me xwest çîroka Ridvan û Mehmet guhdar bikin, dayika Ferîde ji kûrahiya dilê xwe axînek kişand û di nava kêliyên hestyar de bêdeng ma û piştre rondikên çavên xwe paqij kir û dest bi axaftinê kir: “Li ser axa Kurdistanê bi salan e zext, zilm û şerekî qirêj tê meşandin. Her bihostek vê axê bi xwîna kurdan hatiye avdan. Ji bo ku xwîna zarokên me ketiye ser vê axê, ev ax bi qîmet û pîroz e. Îro bi sedan jin û xortên kurdan ji bo vê axê giyanê xwe feda kirine. Serpêhatî û çîrokên me dûr û dirêjin. Zarokên me zilm û êşa li ser vê axê tê meşandin ji kûrahiya dilê xwe hîs kirin û berê xwe dan çiyayên azad.” 
 
‘Gund hatin valakirin' 
 
Dema ku dayika Ferîde diaxive hema bêje di hemû kêliyan de hestyar dibe. Ferîde bal kişand ser salên 1993’yan û wiha pê de çû: “Dewleta dagirker a xwe li ber berxwedana gerîlayên azadiyê nagire, hêrsa xwe ji gel derdixe. Ji ber ku me zext û ferzkirina cerdevaniya bi darê zorê nepejirand û xwestekên dewleta dagirker bi cih neanî, gundê me ji aliyê leşkeran ve hate valakirin. Piştî gund hate valakirin û li niştecihên gund zilm hat kirin, jin û xortên vê axê bi tilîliyan berê xwe dan çiyayên azad. Ji gund bi dehan ciwan tevlî nava refên PKK’ê bûn. 
 
‘Ji ber zilmê me axa xwe terk kir'
 
Ferîde da zanîn ku di sala 1993’yan de ji ber komeke endamên PKK’ê hatin gund û hezên dewletê pê hesiyan û bi ser gund de girtin. Ferîde anî ziman ku leşkeran hemû nîştecihên gund li qadê kom kirin û wiha dom kir: “Ji zarokan bigire heta kalepîran her kes tazî kirin û dest bi îşkence kirin. Di meha havînê de li gel germahiya zêde li ser laşê hevserê min naylon şewitandin. Hemû laşê hevserê min kirin birîn. Tu cure îşkence nema ku li me nekirin. Her roj bi ser malê de digirtin û cihê endamên PKK’ê pirs dikirin. Ji ber zilma dewletê herî dawî di sala 1993’yan de me koçî bajêrên cuda kirin. Herî dawî hevserê min binçav kirin û ew girtin. Bi qasî du salan hevserê min di girtîgehê de hate girtin.”
 
‘Min di nava xizaniyê de zarokên xwe mezin kir'
 
Ferîde bilêv kir ku li gel ew neçar man ji axa xwe koç bikin jî tu carî zilma dewletê bi dawî nebû û got: “Bi tena serê xwe û bi zarokên xwe re min berê xwe de Amedê. Ez nû ji gund hatime û tu karê bikarim bikim tuneye. Wê demê zarokên min hemû biçûk bûn û nan tunebû em bixwin. Her kêliya ku ez ji axa xwe dûr diketim weke xencerek li dilê min bikeve dibû. Lê ez neçarim li ser axa xwe penaber bibim. Ji ber ku axa min dagir kiriye û li ser me zilm tê kirin. Ji ber ku li bajêr ez xerîb bûm û cihê ku bikarim lê bimînim tunebû, her roj li ber siha cihekê roja xwe me derbas dikir. Li gel hemû xizanî û bêderfetiyê carekê jî min nanê qirêj neda zarokê xwe û bi pakî min ew mezin kirin.”
 
‘Hêrsa tolhildanê'
 
Ferîde da zanîn ku li dijî zilma dehaqan timî Kawayên Hemdem destan nivîsandine û wiha axaftina xwe domand: “Kurê min Mehmet sala 2015’an li Kobanê û Ridvan jî heman salê li navçeya Sûra Amedê jiyana xwe ji dest da. Zarokên min timî zilma dewletê ji kûrahiya dilê xwe hîs dikirin û digotin, ‘Divê ev kiryar û zilm ji dewletê re nemîne.’ Mehmetê min hîna biçûk bû digot, ‘Dayê ez ê tola me ji van bêbavan hildim.’ Zilma dewletê li me kiriye ez ê tu carî ji bîr nekim. Divê tu kes jî ji bîr neke. Du neviyên min hene û navê Şevger û Amed hildane. Wê neviyên min jî vê zilmê jibîr nekin.”
 
'Ji hestiyên zarokên me ditirsin'
 
Ferîde, li ser êrîşên li ser goristana zarokên xwe jî axivî û ev tişt got: “Min her du kurê xwe li kêleka hevdu veşartin. Ev daxwaza wan û wesiyeta wan bû. Kêlên zarokên xwe min bi rengê wan neqişandin. Dewlet ji hestiyê zarokên me ditirsin û lewma êrîş dikin. Leheng û qehremanê vê axê li pey xwe destan û çîrokên lehengiyê dihêlin. Berî 42 salan em dihatin qetilkirin û tune dihatin hesibandin. Ji ber têkoşîn û berxwedana zarokên xwe em dikarin bibêjin em hene. Dewlet jî ji vê yekê ditirse û êrîş dike.”