ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 28 Hezîran 2020
  • Rojev
*Bi destpêkirina demsala çandiniyê re şêniyên gundewarên Kobanê dest bi komkirina berhemên baxçeyan dikin, jinên ku di bexçeyan de dixebitin wiha gotin: “Her kedek zehmetiyên xwe hene, lê dema em berhemên baxçênên xwe digirin, dilê me kêfxweş dibe û zehmetiyên me tên ji bîr kirin.” BI DÎMEN 
 
* Rêvebera Weqfa Jina Azad a Sûriyê ya herêma Firatê Emîna Mihemed banga jinan kir û got: "Êdî xwe ji çarçoveya malê xwe rizgar bikin û ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin, dema ku jin azad bibe, civak jî azad dibe. Ji xwe dirûşmeya me jî 'Jina azad bingeha civaka azad e' û li ser vî esasî em kar didin meşandin." BI DÎMEN
 
*Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk a Herêma Efrînê Hêvîn Reşîd, derbarê girîngiya yektîya partiyên kurdî de nêrîn da û wiha got: “Kurdên ku bi sal ne li benda vê yekîtiyê bûn ku maf, hebûn û nasnameya wan di nav de bê parastin. Em ê yekitiya xwe avabikin hebûna xwe biparêzin.”  BI DÎMEN  
 
*Bertekên li hemberî binçavkirinan didomin. Li Şirnexê jî siyasetmedarên jin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku di operasyonan de jin hedef tên girtin lê tu êrîş û zext nikare têkoşîna jinê bide sekinandin. BI DÎMEN 
 
* Gundê Ferîde Mutlu di salên 1993'an de hat valakirin, piştre rêwitiya wê ya koçberiyê dest pê kir û di şer de du zarokên xwe winda kir. Ferîde diyar kir ku ji ber ku hestiyê zarokan ditirsin û êrîş dikin û got: "Qehremanê vê axê li pey xwe destan û çîrokên lehengiyê dihêlin. Ji ber berxwedana zarokên xwe em niha dibêjin em hene." BI DÎMEN 
 
*Jinên Êzidî di nêrînên xwe de bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Hemû dewlet bûne yek û tecrîdê giran dikin divê em hem li dijî tecrîda heyî û hem jî êrîşên ku li hemberî başûr û rojavayê Kurdistanê pêk tê li ber xwe bidin." BI DÎMEN
 
*Nurcan Aslan a ku bi şîrê bizinên xwe yên li çiyayê Karaîsalî diçêrîne debara xwe dike got: “Ez sibehê zû radibim, heta şevê dixebitim. Em êdî nikarin êm jî ji sewalan re bigirin. Ez zehmetiyan dikşînim. Êm gelek biha ye.” BI DÎMEN 
 
*Endama MYK'a HDP'ê Ozlem Gunduz ku piştî operasyona li hember Komeleya Jinan a Roja hat girtin û piştre hat berdan, wiha got: “Ne dozger ne dadger kesî em guhdar nekirin. Vê jî nîşan da ku girtina me bi talîmatan hatiye kirin.” BI DÎMEN
 
*Kanalên TV’yan bi riya çapemeniya dîtbarî û nivîskî hewl didin civakek ji rêderketî biafrîne û pêkanîna şîdetê jî hêdî hêdî digire dest. MEDYA KRÎTÎK
 
*Welatiyên Dîlokê û Romen yên li Geliyê Dîkmenê bi xurdevanî û çandiniyê debara xwe dikin di bereqe û konan de dijîn. Welatiyên ku xwe nagihînin perwerde û mafê tenduristiyê, xaniyên wan wê piştî demekê bên hilweşandin. Lê kes piştî vê wê çi bibe nafikire. DÎMEN HEYE