Heyeta jinan bi daxuyaniyekê çalakiya rûniştinê bi dawî kir

  • 08:58 28 Hezîran 2020
  • Rojane
KOBANÊ- Heyeta Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê bi daxuyaniyekê çalakiya rûniştinê bi dawî kirin.
 
Duh heyetek ji Rêxistina Kongreya Star ji bo ku dosyayekê derbarê êrîşa dewleta tirk a li gundê Helinê de bidin hêzên Rûsî çûn hevdîtinê, lê belê hêzên Rûs hevdîtin qebûl nekirin. Heyetê jî helwest nîşan da û çalakiya rûniştinê li pêşiya navenda hêzên Rûsiya ku li gundê Til El-Şeyîr li Rojavayê Kobanê dikeve li dar xistin. Piştî 4 saetan heyeta jinan bi daxuyaniyekê çalakiya rûniştinê bi dawî kir. Daxuyanî ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Medlên Şêx Xidir ve hat xwandin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji ber ku dewleta tirk  dixweze hestên komkujiyê di derûniya Gelê Kurd de, dubare bike, bi zanebûn û amadekirineke pilan kirî, dewleta tirk komkujiyeke hovane,di dîroka 23'ê Hezîrana 2020'an de li gundê Helincê pêk anî û di encamê de her sê hevalên me, Zehra Berkel ku erka berdevka Kongreya Star a Herêma Firatê girtibû, Hebûn Mele Xelîl berdevka Kongra Star ya Kantona Kobanê bû  û Yadê Emîne Weysî  ya ku komkujî di mala wê de pêk hat, jiyana xwe ji dest dan.
 
Dewleta tirk bi rêya pêkanîna vê komkujiyê re, xwest peyameke eşkere ji Gelê Kurd re ragihîne û tê de diyar dike ku dê ew bi hemû rêbazên kirêt û zayendperest, şer li hember serkeftina jina kurd a ku li dijî şerê DAIŞ'ê qezenc kir û mirovahî hemû şahidê vê bûyerê bû, bike.
 
Nexasim ku Zehra û rêhevalên wê, bi kar û xebata xwe berdewamiya vê tekoşînê dikirin, lewra li hember wê dewleta tirk bi armanckirina şexsê van hevalan, xwest ku berdewamiya komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an bike, lê ya herî balkêş û bi guman di vir de ew e ku ev êrîş piştî civîna Rûs û tirkan yekser hate kirin, ev yek jî qet ne tesadufe, lewre em hêzên koalîsyon û dewleta Rûs berpirsyar dibînin ku ew bi erk û soza xwe ya li hemberî ewlehiya herêmê ranebûn, ji ber vê yekê ew neçarin ku helwesta xwe zelal bikin.
 
Ev dosya ku niha me nivîsandiye ji ber ku hevdîtina me qebulnekirin, dê di çapemeniyê de bê zelalkirin.
Ji ber ku em bi ax û welatê xwe ve girêdayî ne, her wiha  ji ber  îradeya me çiyayekî ku tu tofan nikare hilkşîne.
Em ê têkoşîna azadiya jin û jiyan bi têkoşîna hevalên me yên şehîd, ya di oxira wê de canê xwe feda kirin, di xeta wan de em ê hemû rengên çalakî û şermezarkirinên tund, heta ku bersiv bê dayîn, bi germahiya ruhê wan heta dilopa xwîna me ya dawî berdewam bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.