Heyeta ku çû hevdîtinê, ji aliyê Rûsan ve nehat qebûl kirin

  • 17:21 27 Hezîran 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Heyetek ji Rêxistina Kongreya Star dixwastin bi hêzên Rûsan re hevdîtin çêbikin, ji aliyê hêzên Rûsan ve nehat qebûl kirin. Heyet jî helwest nîşan dan û çalakiya rûniştinê lidarxistin.
 
Di 23'yê Hezîranê de dewleta tirk bi balafirên bêmirov êrîşî gundê Helincê ya Kantona Kobanê kirin û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan.
 
Îro Heyetek ji Rêxistina Kongreya Star ji bo ku dosyayek derbarê êrîşan de bidin hêzên Rûsan çûn hevdîtinê, lê belê hêzên Rûsan hevdîtinê qebûl nekirin. Heyet jî helwest nîşan dan û çalakiya rûniştinê li pêşiya navenda Hêzên Rûsiyayê ku li gundê Til-El Şeyîr li Rojavayê Kobanê dikeve li dar xistin.
 
Her wiha heyeta ku çalakiya rûniştinê li dar xistine bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz dikin.