TJA: Em ji girtiyên siyasî re azadî dixwazin

  • 15:13 27 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - TJA’yê bi etîketa “#SolidarityKeepsUsAlive” roja çalakiyê ya ji bo girtiyên siyasî yên cîhanê di rûpela xwe ya medyaya civakî de parvekirinek kir.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 27’ê Hezîranê roja çalakiyê ji bo girtiyên siyasî di hesaba xwe  ya medyaya civakî de parvekirinek kir. Di parvekrinê de berdevka TJA’yê Ayşe Gokan bi zimanê inglîzî axivî û di parvekirinê de cîh da wan gotinan: "27’ê Hezîranê ji bo girtiyên siyasî roja çalakiyan e. Em bang li hemû xwişkên xwe yên cîhanê dikin, em ji girtiyên siyasî re azadiyê dixwazin. Girtiyên siyasî rûmeta me ye.”
 
Ayşe peyama xwe bi dirûşmeya “Jin jiyan azadi” bi dawî kir.