'Pêwiste bêdengî were şikandin û sûcdar bên cezakirin'

  • 14:09 27 Hezîran 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Kongreya Star a Herêma Cizîrê li ber noqteya hêzên kolasyonê çalakiya şermezar kirinê li dar xistin û bang li hêzên navneteweyî kirin û gotin: "Divê bûyera gundê Helinç were lêpirsînkirin û sûcên ku li dijî jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê bên cezakirin."
 
Dewleta tirk di 23'ê Hezîranê de êrîşî gundê Helincê ya bajarê Kobanê kirin û di êrîşê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Îro bi pêşengtiya Kongreya Star a herêma Cizîrê bi tevlîbûna bi hezaran ji jinên herêmê çalakiyekî şermezarkirinê, li ber noqteya hêzên koalîsyonê ku di navbera Hesekê –Til temir li dar xistin. Çalakî bi dirûşmeyên "Na ji bêdengiya dewletên Navnetewî re" dest pê kir.
 
Paşê şandeyek ji Kongreya Star hevdîtin bi hêzên koalîsyonê re kirin. Şande ji 5 kesan pêk dihat, Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Cizîrê Semer Ebullah, Endama Rêxistina Sara Yasmîn Xelîl, Endama Rêxistina Yekîtiya Jinên Suryan Meha Şabo, Endama Komîteya Qada civakî Nida Salih bûn. Hevdîtin nêzî 45 deqeyan dom kir.  
 
Piştî ku hevdîtin bi dawî bû, daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 23’ê Hezîranê de 3 jinên têkoşer Dayika Emîna Weysî, Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Rêvebera Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl gundê Helinç li Kobanê ji aliyê dewleta tirk a dagirker hatin hedefgirtin. Rêhevalên me Zehra û Hebûn ji bo bidestxistina mafê jinan  û bidestxtina demokrasî û wekhevî di nava liv û tevgerê de bûn.
 
Projeyên ku banga azadiya jinan û li ser wê bingehê birêxistinkirina civakê û azadiya wê ji aliyê hêzên desthilatdar ve tên hedefgirtin. Bi taybetî rêxistinên jinan ku ji bo avakirina civakek azad û demokrat têkoşîn û berxwedaniyê dikin têne hedefgirtin.
 
Em wekî kongreya Star me çalakiya xwe ya şermezarkirinê li ber noqteyên hêzên kualîsyonê li dar xist da ku em nameyek bidin fermandarên wan ku em sûcên dewleta tirk li dijî jinan şermezar dikin û bêdengiya hêzên navdewletî jî bi tundî şermezar dikin. 
 
Em bang li hêzên navnetewî dikin ku bûyera gundê Helinç were lêpirsînkirin û sûcên ku li dijî jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk tê cezaya wê jî were dayîn."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bimre ixanet", "Na ji bêdengya navdewletî", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.