Li Şehbayê êrîşê li ser gundê Helincê hat şermezarkirin

  • 12:20 27 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Partiyên Siyasî yên  Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekî êrîşên li ser gundê Helincê ya Kobanê şermezar kirin û gotin: "Em bang ji civakên navneteweyî û rêwistinên jinên cîhanî dikin li hemberî wan komkujiyan bêdeng nemînin." 
 
Bi armanca şermezar kirina êrîşên dewleta tirk li ser gundê Helincê ya bajarê Kobanê, Partiyên Siyasî yên Efrîn û Şehbayê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de endamên Kongreya Star, Yekîtiya Êzidiyan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amadebûn. Her wiha wêneyên her sê jinên ku li gundê Helincê jiyana xwe ji dest dane û pankartên bi nivîsa "Na ji kuştina jinan re", "Nebin hevkarê kuştina kesên bê sûc", "Na ji bêdengiya neteweyî re" û "Na ji dagirkeriya tirk re" hatibûn hildan. Daxuyanî li gulistana navçeya Ehdes a Kantona Şehbayê ji aliyê Endama Partiya Pêşeroj a Sûriyê Mûne Elî ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Aloziya Sûriyeyê di sala xwe yê dehemîn de jî berdewam dike. Kiryarên dewleta tirk li ser Efrîn, Serêkanî û Girê Sipî dewam dike û xeteriyek mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdike. Di sala 2015'an de bi destê çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê komkujiyek pêk hat û bi sedan mirov jiyana xwe ji dest dan, di 23'yê hezîrana 2020'an jî dewleta tirk a dagirker êrîş kir û 3 jinên azad jiyana xwe ji dest dan. Armanca vê êrîşî jî vîna jina azad bû, ev êrîşa ku li dijî jinan ne cara yekemîn e. Di demên borî de jî dewleta tirk Barîn Kobanê, Hevrîn Xelef û Rojîn Ereb kiribû armanca êrîşa xwe. Di roja îro de jî cihên ku hatine dagirkirin jin rastî hemû cureyên dagirkeriyê tên. 
 
Em wek partiyên siyasî li Herêma Şehbayê, van êrîşên hovane yên dewleta tirk şermezar dikin. Banga me ji civakên navneteweyî û rêxistinên jinên cîhanî heye ku li hember van komkujiyan bêdeng nemînin." 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.