Li Dêrîkê Zeyneb Kinaci hat bîranîn

  • 11:07 27 Hezîran 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Ji bo bîranîna Zeyneb Kinaci, ji hêla Kongreya Star a bajarê Dêrikê merasîmek hat lidarxistin. Di merasibê de li ser kesayetiya Zeynep axaftin hatin kirin û piştre jî nameya wê hat xwendin. 
 
Bi boneya bîranîna Zeyneb Kinaci (Zîlan), Kongreya Star a bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê merasîmek hat lidarxistin. Bi dehan endam û rêveberên Kongreya Star tevlî merasîmê bûn. 
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre jî li ser navê Kongreya Star Fatma Hemîd di şexsê Zeyneb Kinaci de hemû pakrewanên azadiyê bi bîr anî û wiha axivî: "Zîlanê di xeta jina azad de pêşengê me ye, em di şexsê Zîlan de tevahî şehîdan bi bîr tînin. Zîlanê bi çalakiya xwe çanda dayika xwedavend ji nû ve da jiyîn. Em îro jî bi saya van şehîdan gihîştîn vê merheleyê, em ê di reça şehîdên xwe bimeşin û têkoşîna wan mezin bikin."
 
Piştî axaftinê nameya Zeyneb Kinaci ji aliyê Endama Komîteya Perwerde Rûha Ehmed ve hat xwendin. Her wiha sînevîzyonek li ser jiyana Zeyneb Kinaci merasîm hat bi dawîkirin.