Pere û cilan piştî du meh şûnde didin girtiyan

  • 09:06 27 Hezîran 2020
  • Rojane
WAN - Di pêvajoya pandemiyê de binpêkirinên mafan zêde bûn. Pakîze Başak ya ji bo du zarokên xwe pere û cil û berg şand, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi hinceta vîrûsê du meh şûnde teslîmê wan kiriye.
 
Qanûna Înfazê ya di nîsanê de ji meclîsê hat derbas kirin, girtiyên siyasî ji derveyê wê hatin hiştin û bi pêvajoya normalbûnê re vîrûs belav bû, ev jî malbatên girtiyan dike fikarê. Bi hezaran girtiyên nexweş, kal û pîr, jinên ducanî û zarok nehatin berdan. Girtiyan di vê pêvajoyê de di alî xwegîhandina berhemên paqijiyê û rûpûşan de jî zehmetî kişandin. Malbatên girtiyan yên ku wekhevî daxwaz kirin, li dijî binpêkirina mafan bi bertekin. 
 
Pakîze Başak ku du zarokên wê girtîne bertek nîşanê tiştên tên jiyîn dan û gotin: “Ez êdî dixwazim zarokên min ligel min bin. Bila ev zilm êdî bidawî be.” Pakîzeyê got kurê wê Feyyaz Başak li girtîgeha Tîpa T ya Wanê ye, kurê wê Îlyas Başak jî li girtîgeha Sîlîvriyê ye û got: “Bi mehane nikarim zarokên xwe bibînim. Ji ber vîrûsê ez gelek ditirsim. Ez bi telefonê diaxivim. Dibêjin em başin, lê ez wan nabînim ku, ez çawa bizanibim ew baş in. Qedexe tunebûna qe nebûna minê ew carekê bidîtana.”
 
Cilên wan du meh şûnde hatin dayîn
 
Pakîzeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji bo zarokên xwe pere û cil û berg şandiye lê du meh şûnde teslîmê zarokên wê hatiye kirin û got: “Em geriyan me got çima nehatiye dayîn. Gotin ji ber vîrûsê nayê dayîn. Gelo zarokên min di van du mehan de heman cil li xwe kirin?”
 
Pakîzeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kurekî xwe jî di pevçûnan de winda kiriye û got: “Ji ber qedexeyan 4 mehe neçûme serdana gora kurê xwe. Gora kurê min texrîb kirin. Me xwest em çêbikin lê dewletê destur neda. Me navê wî li ser nivîsî ji ber vê em rastî lêpirsînan hatin. Her du caran jî navê wî paqijkirin. Ez zarokên xwe nikarim bibînim. Nexweşim. Vê rewşê psîkolojiya min xera kir. Ez êdî aramiyê dixwazim. Zarokên xwe dixwazim. Aramiya Gelê Kurd nemaye. Bila ev zilm bidawî be.”