‘Divê her kes li dijî zilmê dengê xwe bilind bike’

  • 09:05 27 Hezîran 2020
  • Rojane
ÊLIH - Welatiyên Êlihê bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Herêma Federal a Kurdistan da û diyar kirin ku divê demildest êrîş bên rawestandin û got: “Divê her kes li dijî van êrîşan vê zilmê dengê xwe bilind bike.”
 
Bertekên li dijî êrîşên balafirên şer ên arteşa tirk yên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Di 15’ê Hezîranê de bombebarana hewayî dest pê kir û piştre jî êrîşa ji bejayî dest pê kir. Rojek berê bi wesayîta hewayî ya bê mirov ya bi çek (SÎHA) li qada mesîre ya Kunemasî ya Sulemaniyeyê êrîş pêk hat û 2 kesî jiyana xwe ji dest da, 8 kes jî birîndar bûn. Welatiyên Êlihê daxuyakirin ku Tirk, li ku derê dibe bila bibe li hember Kurdan êrîşê pêk tîne û bang kirin ku hemû kes li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bike.
 
‘Li her derê êrîşê kurdan dikin’
 
Şukran Çelebî, daxuyakirin ku Gelê Kurd bi êrîşên faşîzan re hatine rû hev û wiha got: “Yên li Mexmûrê dijîn, kesên di salên 90’î de ji zilma dewletê reviyane. Gelo dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze? Li hundir êrîşê HDP’ê dikin, li derve jî tevgeran pêk tînin. Li her derê cîhanê êrîşê kurdan dikin. Ev ne êrîşa yekem a Tirk e. Em ê li dijî vê dijminahiyê bêdeng nemînin.”
 
‘Ji berpirsan yek jî PDK ye’
 
Gulnur Delîl bi lêv kir ku polîtîkayên komkujiyê yên 400 salî îro li Şengal, Mexmûr û Qendîlê didome û got: “ Bi van êrîşan dixwazin kurdan tune bikin. Em dixwazin ku êrîşên li hember kurdan demildest bisekinin. Ji berpirsan yek jî PDK ye. Divê PDK demildest dawî li van polîtîkayan bîne.”
 
‘Bila kes bêdeng nemîne’
 
Nafiye Tagu jî bertekên xwe wiha anî ziman: “Ez wek dayikekê naxwazim tu kes bimre. Ji vir heta wir diçin û axa kurdan dişewitînin, zirarê didin malê wan, zarokên wan qetil dikin. Di Îslamiyetê de tiştek wisa tune. Dibêje zilmê nekin. Ev tişta tê kirin zilm e. Divê her kes li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bike.”
 
‘Zarokên me qetil dikin’
 
Horî Acar jî bi lêv kir ku polîtîka netew dewletê ya 100 salî ya Tirkiyeyê dixwaze kurdan di bin zextê de bihêle û got: “Çiyayên me dişewitînin, zarokên me qetil dikin, tecawizê jinan dikin. Em mafên xwe dixwazin.”