'Divê em bi yekîtiya xwe dagirkeriyê têk bibin'

  • 09:01 27 Hezîran 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Jinên Êzidî yên ku li Helebê dijîn, êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin:"Divê em bi yekîtiya xwe dagirkeriya dewletan bi dawî bikin. Hêza me têrê dike ku em hemû rengên faşîzmê li ser axa xwe têk bibin."
 
Ev bû demek dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî ser Herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Di encamê de herêmên weke Şengal, Mexmûr, gundên Dihokê, Heftenînê bûn armanca êrîşan. Hewildanên tirkiyeyê hene ku wan herêman bike bin kontrola xwe û derbeyekê li kurdan bixe. Ji roja ku dewleta tirk operasyona xwe dest pê kiriye, metirsiyeke mezin li ser nirxê gelê sivîl û hebûna wan dide çêkirin. Têkildarî mijarê Jinên Êzidî yên ku li Helebê dijîn, êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û nêrîna xwe anîn ziman.
 
'Me wekî Gelê Kurd xeta berxwedanê hilbijartiye'
 
Meqbûle Xelîl Nebo da zanîn ku li dijî êrîşan biryara xurtkirina yekîtiyê divê esas bê girtin û wiha dewam kir:"Dewleta tirk bi awayekî tund Şengal, Mexmûr û Heftenînê bombebaran dike. Me wekî Gelê Kurd xeta berxwedanê hilbijartiye. Di ber vê axê de  me bi hezaran şehîd dane, em ê li ser şopa wan bin xeyal û hêviyên wan pêk bînin. Êzîdiyan li Şengalê gelek zor û zehmetî ji DAIŞ'ê  dîtin û dewleta tirk jî wekî DAÎŞ'ê dike. Dewleta tirk dixwaze êrîşî koka resen a kurdan bike, bi taybet her dem êrîşên hov bi ser Êzîdiyan de tîne. Her çiqas êrîşên wan mezin jî bin, dîsa têkoşîna gelê me wê li beramberî wan bisekine. Di dema êrîşa li ser Şengalê de jin bûn hedefa êrîşan û li bazaran firotin. Êdî wê ev dubara nebe, hêza me têrê dike ku em hemû rengên faşîzmê li ser axa xwe têk bibin."
 
'Bi yekîtiya kurdan em ê dagirkeran têk bibin' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Meqbûle qala girîngiya yekîtiya kurdan  kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha hemû dewletên cîhanê li ser Gelê Kurd bûne yek û dijminatiyê bi me re dikin.  Armanca wan dewletan hemû yek e. Dixwazin kurdan ji bingeha wan qir bikin, lê bila qet xeyal nekin ku dê kurd tune bibin. Em kurd li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe xurtir bikin û li hember dagirkerên Kurdistanê berxwedana xwe mezintir bikin.  Helbet wê serkeftin mîsoger bibe."
 
'Divê em bi yekîtiya xwe dagirkeriyê têk bibin'
 
Her wiha jina bi navê Soyle Hemîd Ibrahîm jî bal kişand ser yekîtiya Gelê Kurd û wiha got: "Divê Gelê Kurd rastiya dewleta tirk baş bizanibe, li hember wê jî dakevin qadan û nerazîbûna xwe bidin diyarkirin. Cihê Erdogan û çeteyên wî li ser axa me tune ye. Li pêşiya çavên hemû cîhanê Erdogan êrîşî Gelê Kurd dike û sûcên herî giran dike, lê mixabin dewletên ku li ser navê mafê mirovan bang dikin çavên xwe ji rastiyan girtine. Li dijî vê yekê divê em bi yekîtiya xwe dagirkeriyê têk bibin."