ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 27 Hezîran 2020
  • Rojev
*Jinên Êzidî yên ku li Helebê dijîn, êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin:"Divê em bi yekîtiya xwe dagirkeriya dewletan bi dawî bikin. Hêza me têrê dike ku em hemû rengên faşîzmê li ser axa xwe têk bibin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel a xwediyê kesayeteke komînal, civakî, fedakar bû û di encama êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da bi van gotinan di binhişiya civakê de cihê xwe girt:"Ji bo tevahî jin bigihêjin azadiya xwe, min xeta berxwedanê ji xwe re hilbijart." DÎMEN HEYE
 
*Sebha Mihemed Seho ya ji gundê Silmasayê ye û debara xwe bi çandiniyê dike diyar kir ku di her demsalê de jin ji bo debara xwe di nava hewildanê de ne û wiha got:"Ji bo jiyaneke baş û rehet hewildana ji bo debara xwe girîng e. Ji ji dîrokê heta niha her dem ji bo debara xwe têdikoşe." DÎMEN HEYE
 
* Hejmara bûyerên vîrûsê li gelek bajaran piştî pêngavên asayîbûnê zêde bûn. Hevseroka SES a Îzmîrê Nursel Yucesoy wiha got: “Ji bo asayîbûnê divê hejmara bûyeran daketana bin 100’î lê di ser hezarî de ye. Divê welatî tedbîrên xwe bigirin.” BI DÎMEN 
 
*Welatiyên Êlihê bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Herêma Federal a Kurdistan da û diyar kirin ku divê demildest êrîş bên rawestandin û got: “Divê her kes li dijî van êrîşan vê zilmê dengê xwe bilind bike.” BI DÎMEN 
 
*Di pêvajoya pandemiyê de binpêkirinên mafan zêde bûn. Pakîze Başak ya ji bo du zarokên xwe pere û cil û berg şand, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi hinceta vîrûsê du meh şûnde teslîmê wan kiriye. BI DÎMEN 
 
*Gotina ‘Şoreşa ku ez têde nareqisim, ne şoreşe’ ya Emma Goldman, niha ji aliyê hemû jinên cîhanê ve bi Las Tesîs pêk hat. Jin gotina Emmayê îro tevî hemû astengiyan dixin jiyanê. DI DÎROKÊ DE ÎRO
 
*Şervana BOG’ê Eylem Ataş ya di azadîbûna Mînbîcê de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenaza wê 101 rojî şûnde dan malbata wê. Çar sal di ser bûyerê re derbas bû. Eylem ya Yoruka Edeneyê bû û şoreşgera enternasynalîst bû, piştî xwe mîrateya têkoşîneke mezin hişt.