‘Divê hevalên me demildest bên berdan’

  • 20:05 26 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî operasyona binçavkirinan  bertek nîşan da û destnîşan kir ku bi helwestên antî demokratîk tu pirsgirêk nayên çareserkirin.
 
Saetên serê sibehê polîsan li Amedê Operesyon da destpêkirin û bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girtin. Li aliyekî din jî bi ser malên gelek siyasetmedaran de hat girtin û gelek ji wan hatin binçavkirin. Têkildarî van operasyonan Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dxuyani da çapemeniyê û operasyon şermezar kır. Li ser navê platformê endnama Koordînasyona Bajar a Şaxa Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê Semra Arslan xwend.
 
‘Politikayên dijdemokratik di dewrê de ne’
 
Semra destnîşan kir ku li ser hemû aliyên muxalîf zext tên kirin û kesên muxalif tên binçavkirin û girtin û got: “Li Erdnigariya ku em li ser dijîn her roja me bi binpêkirina mafan, êrîş û qetlaman derbas dibe. Ev helwestên antî demokratîk wekî ku tu pirsgirêkên heyî nikare çareser bike pirsgirêkên din jî nikare çareser bike. Bi wan darbeyên ku li ser muxalîfan xistine devrê êdî civak ketiye rewşekê xirab. Armanca wa ew e ku bi wan polîtîkayan vîna gel bişkînîn.”
 
‘Hevalên me berdin’
 
Semra diyar kir ku mafên bingehîn tên îllegalîzekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tê xwestin ku civak bêdeng bibin. Bi taybetî jî jinên ku ji bo mafên xwe têdikoşin tên hedefgirtin û bi wî awayî dixwazin têkoşîna jinan lawaz bikin. Em bang li desthilatdariyê dikin û dibêjin ku hûn dixwazin pirsgirêkan çareser bikin deve hûn dest ji wan polîtîkayên antî demokratîk berdin û hevalên me yên ku hatin binçavkirin divê demildest serbest bên berdan.