Daxuyaniya KCD'ê hat astengkirin

  • 16:01 26 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Rêxistina KCD'ê xwest li dijî operaayonan li ber deriyê avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê daxuyanî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
 
Saetên serê sibehê polîsan li Amedê Operesyon dan destpêkirin û bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girtin. Li aliyekî din jî bi ser malên gelek siyasetmedaran de hat girtin û gelek ji wan hatin binçavkiriin. Têkildarê operasyona hat destpêkirin rêxistina KCD'ê xwest li ber deriyê avahiya xwe a li Dîclekenta navçeya peyasa Amedê ye daxuyaniyekê bide çapemeniyê.. Di daxuyaniya ku hat xwestin bê dayîn de Hevseroka  KCD'ê Leyla Guven, parlementerên HDP'ê yên Amedê, aktîvîstên TJA' yê û gelek nûnerên komele û saziyên sivîl amade bûn.  Lê kesên ku xwestin tevli daxuyaniyê bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û çapemenî jî ji cihê daxuyaniyê hatin dûrxistin.
 
Kesên xwestin tevli daxuyaniyê bibin li dijî astengiya polîsan dirûşim berz kirin û polîsan jî êrîşên xwe berdewam kirin. 
 
Piştî ku derdora avahiya KCD'ê hat dorpêçkirin, KCD'ê vê carî jî xwest li ber avahaya DBP'ê daxuyaniyê bide.