Salîha Aydenîz: Vîrusa Koronayê me nakuje ya me dikuje faşîzm e

  • 14:41 26 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz, derbarê vîrûsa koronayê Covîd -19) ku piştî destpêkirina pêvajoya "asayîbûnê" li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zêde bûye daxûyanî hat dayîn. Saliha, di daxuyaniyê de axivî û got "Korona vîrûs me nakûje, faşîzm me dikûje. Bila gelê me xwe baş biparêze û tedbîran bigire."
 
Bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Saliha Aydenîz, derbarê vîrûsa koronayê ku piştî destpêkirina pêvajoya "asayîbûnê" li navçeya Cizîr a Şirnexê zêde bûye daxûyanî hat dayîn. Endam û rêvebirên HDP'ê yên navenda Şirnexê û navçeyê tevlî daxûyaniyê bûn. Di daxûyaniya ku ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç ve li baxceyê  avahiya HDP'ê  hat dayîn de pankarta "Deng Bide Cizîrê" hat vekirin. Gûler, bal kişand ser kesên bi şewbê ku li Cizîrê zêde dibin û bang bila hemû kes tedbîrên xwe baş bigire li şêniyên navçeyê kir.
 
'Nexweşî zêde bû'
 
Piştî daxûyaniyê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz axivî. Saliha, anî ziman ku bi pêvajoya asayîbûnê re li hemû cihan hejmara nexweşan gelek zêde bûye û wiha got: "Bi destpêkirina pêvajoya pandemiyê re îqtîdara AKP'ê ji bo aboriya xwe tedbîr negirt û şew belav bû. Îqtîdarê tedbîr li gorî berjewendiyên xwe girtin.Pêwîste ku xebatên tendûrûstiyê bi civakê û saziyên sivîl werin rêvebirin. Li hemû cihan li dijî vê nexweşiyê tedbîr hatin girtin lê îqtîdara AKP'ê ji bo berjewendiyên xwe tedbîr negirtin."
 
'Pêvajoya pandemiyê ji xwe re kirin firsend'
 
Saliha, bi lêv kir ku qtîdarê ev pêvajo ji bo xwe veguherand firsendê û ev tişt go: "Pêvajoya pandemiyê jî ji xwe re kirin firsend û nehîştin ku civak xwe biparêze. Em wek saziyên demokratîk û sivîl dixwazin li dijî vê nexweşiyê gelê xwe hişyar bikin. Li Cizîrê beriya pêvajoya asayîbûnê nexweşî ev qas zêde belav nebibû. Lê piştî pêvajoya asayîbûnê nexweşî zêdetir bû. Di bin navê asayîbûnê de xwestin xwe asayî bikin. Gelê Cizîrê heta roja îro li hember faşîzmê û dîkdatoriyê tim li ber xwe daye û xwe parastiye.  Çawa ku şêniyên Cizîrê li hember îqtîdarê heta niha bi xwe biryar girtin û li ber xwe dan, bila li hember vê nexweşiyê jî xwe baş biparêzin. Ew dixwazin li ser ge bi rêya pandemiyê komkûjiyê pêk bînin. Gelê me çi biryarê bigire em ê ligel bin. Korona vîrûs me nakûje , faşîzm me dikûje. Bila gelê me xwe baş biparêze û tedbîran bigire."
 
'Em ê li dijî vê zordestiyê li ber xwe bidin'
 
Salihayê, bal kişand ser binçavkirinên mafanku li Amedê pêk hatin û ev tişt got: "Îqtîdara AKP'ê her roj êrîşî cihekî dike. Îro jî li Amedê gelek hevalên me hatin binçavkirin û bi ser avahiyaKCD'ê ve girtin. Îqtîdarê her dem dijiminantiya kurdan kiriye. Em ê li dijî vê zordestiyê li berxwe didin."
 
Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû.