TUAY-DER'ê li ser binpêkirina mafên girtiyan daxuyanî da

  • 13:13 26 Hezîran 2020
  • Rojane

AMED – TUAY-DER’ê li dijî binpêkirina mafên girtiyan li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku ew ê bibin dengê girtiyan.

 
Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Giriyan a Amedê (TUAY-DER) têkildarê binpêkirina mafên girtiyan li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Rêveberiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) û Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirinê (MEBYA-DER) beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê TUAY-DER’ê  Mehmet Uzer ve hat xwendin.
  
‘Lêgerîn gihiştiye asta destdirêjiyê'
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser binpêkirina mafên girtiyan û wiha hat gotin: “Di demên dawî de bi şewba koronoyê (Covîd 19) re gilî û gazincên malbatên  girtiyan her ku diçe zêde dibe. Li ser gilî û gazincên malabtan weke komele me serdana girtîgeha Mêrdînê ya tîpa E yê kir. Bi serdanê re em jî bûn şahidê van binpêkirinan. Lewra piştî serdanê me encamek negirt.”
 
Di serdanê de ev agahî hatin girtin:
 
*"Bi pandemiyê re hevdîtina bi girtiyan re hat qedexekirin. Ango parêzer ji bi riya telefonê xwe digihînin muwekîlên xwe. Axaftinên bi parêzer re tên guhdarkirin û tiştekî taybet di navbera wan de namîne. Divê bi lezgînî hikumet deste xwe ji binpêkirina vî mafî berde.
 
*Di van pêvajoyan de her roj îzalasyona civakî û xwe parastina ji pandemiyê ji raya giştî re tê ragihandin. Lê di girtîgehan de di her odeyê de jimarek zêde kes dimînin û li gorî agahiyên me girtine cihê gelek girtiyan li erdê tê  danîn.
 
*Lêgerîna tê kirin gihiştiye asta tacîzê. Lewra ji bo pandemiyê ji tu ewlehî di vî warê de nayên girtin.
 
*Bi jimarek zêde de pirtuk, rojname û kovar hatine sînordarkirin. Gelek pirtûkên ku ne qedexe ne ji bi awayek keyfî tên komkirin.
 
*Av ji rojê 3 caran bi qasî 45 deqeyan tê berdan. Di pêvajoya pandemiyê de herî zêde pêwîstiya girtiyan bi paqijî û xweparastinê heye. Lê ava germ di nav de hertişt hatiye sînordarkirin. Lewra amûrên paqijiyê jî nayên dayîn.
 
*Di aliyê tendirustiyê de jî girtî pirsgirêkan dijîn. Mafê wan ê dermankirinê tê binpêkirin. Bi taybetî jî ev kiryarên keyfî wê di dema pêş de zerereke meizin bidin girtiyên rewşa wan lezgîn.
 
*Girtiyên sîyasî ji ber binpêkirina mafên xwe dest bi greva birçîbûnê kirine. Divê bi lez rewşa girtiyan bê sererastkirin. Ango wê encamên ku sererastkirina wê ne pêkane derbikevin holê. Divê jimara girtiyan ya di odeyekê de were kêmkirin. Mafên wan ê tendirustî û paqijiyê divê bi lezgînî were dayîn."
 
Di dawiya daxuyaniyê de Mehmet da zanîn ku ew ê bibin dengê girtiyan û li pey têkoşîna wan bibin.