TJA: Soza me ya ji bo azadiyê ji çekên zihniyeta faşîst xurtir e

  • 13:04 26 Hezîran 2020
  • Rojane
 
 
AMED - Têkildarî bi serdegirtina KCD, Weşanxaneya J&J, gelek malan û binçavkirinan TJA'yê anî ziman ku divê têkoşîna li dijî êrîşan bê mezinkirin û wiha got:"Soza me ya ji bo azadiyê ji çekên zihniyeta faşîst xurtir e."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bertek nîşanî bi serdegirtinên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Weşanxaneya J&J, gelek malan û binçavkirinan da. TJA'ê di daxuyaniya da de, binçavkirin û bi serdegirtinên polîsan şermezar kir.  
 
Di daxuyaniya nivîskî ya TJA'yê de wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê di nava 18 salên desthilatdariya AKP'ê de û di hevkariya koalîsyona faşîst a AKP-MHP'ê ya dema dawî de, her tim komkujî, destavêtin, destdirêjî, desteserkirina mafan, talakirina destketî û kedê, destgîrkirin û girtin li me jinan her roj tê ferzkirin."
 
TJA'yê destnîşan kir ku wê li dijî van êrişan têkoşîna xwe tu carî ranewestînin û wiha got: "Divê bê zanîn soza me ya ji bo azadiyê ji çekên zîhniyeta faşîst a AKP-MHP'ê xurtir e. Dewleta bi serdestiya mêr a neteweperest, rantxur, zayendîperest ku jê heye bi destgîrkirin û girtinan dikare bi jinan paşve gavê bide avêtin, divê baş zanibe ku jinên jiyana xwe kirine gorî têkoşîna azadiyê serî natewînin, çokê danînin. Li ser navê TJA'yê em careke din dibêjin ku hevalên me yên hatine destgîrkirin divê tavilê bên berdan û dawî li girtin û destgîrkirina bi rengê bêhiqûqî bê anîn. Di serî de em bang li jinan  û li saziyên demokratîk, tevger û însiyatîfan dikin ku têkoşînê mezin bikin."