Polîsan tabelaya KCD'ê daxistin
- 12:25 26 Hezîran 2020
- Rojane
AMED - Polîsên di serê sibehê de bi ser KCD'ê de girtin tabelaya KCD'ê danîn. Her wiha polîsan dest dan ser pankart, afîş, doviz û belgeyan.
Saetên vê serê sibehê polîsan li Amedê bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girtin. Di avahiyê de lêgerîn dewam dike û di encama serdegirtina malan de endama divana KCD'ê Jiyan Taş û Huseyin Kaya hatin binçavkirin.
Polîsan tabelaya KCD'ê daxistin
Kuçe ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û lêgerîn dewam dike. Hat diyarkirin ku di dema lêgerînê de polîsan dest xistin ser pankart, afîş, doviz û belgeyan. Her wiha polîsan tabelaya KCD'ê daxistin.