Derheqê cenazeyê bi kargoyê hat şandin biryara neşopandinê dan

  • 11:58 26 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Lêpirsîna derheqê şandina cenazeyê Egîd Îpek a bi kargoyê hê du meh jî di ser re nebihurî biryara neşopandinê hate sitandin.
 
10'ê Nîsanê Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê, Nûnertiya Amedê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û dayika Egîd, Halîse Aksoy gilî kiribûn.
 
Di gilî de ku li Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû kirin, hatibû gotin peywirdarên 'Serdozgeriya Komarê ya Dersimê'', ''peywira xwe bi xirabî kirine''.
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi biryara nerayederiyê dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê re hate şandin. Dozgeriyê lêpirsîn bi neşopandinê bi encam kir. Li dijî vê parêzerên Halîse wê îtîrazê li Dadgeha Cezayê ya Silhê ya Dêrsimê bikin.