'Biryarên ku hatin dayin ji bo tenduristiya civakê bû'

  • 09:06 26 Hezîran 2020
  • Rojane
Ruperin Bekir
 
ŞEHBA - Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Hêvîn Hisên têkildarî tedbîrên ji bo Vîrusa Koronayê hatibûn girtin û bidawîbûna qedexeya derketina derve anî ziman ku biryarên wan girtibûn ji bo tendirustiya civakê bûn û wiha got:"Bi tedbîrên rast civaka me tenduristiya xwe parast, van tedbîran  hiştin ku Vîrûsa Koronayê li herêmên me belav nebe. Ev jî serkeftinek mezin e."
 
Vîrûsa Koronayê yekem car li welatê Çînê derket û li tevahî cîhanê belav bû. Piştî belavbûna Vîrûsa Koronayê li tevahî cîhanê derketena derve hat qedexekirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî qedexe hat îlankirin. Bi pêşengtiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelek tedbîrên pêwist hatin girtin. Piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve gel dest bi tevgerê kir. Têkildarî bidawîbûna qedexeya derketina derve û tedbîren ji bo Vîrûsa Koronayê tên girtin Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Hêvîn Hisên nêrîna xwe parve kir.
 
'Biryarên ku hatin dayin ji bo tenduristiya civakê bû'
 
Hêvînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser komîteya ku ji bo rewşa awarte hatiye erkdarkirin û wiha domand: "Vîrûsa Koronayê li tevahî cîhanê belav bû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo Vîrûsa Koronayê gelek tedbîr hatin girtin û komîteya kirîzê hate avakirin. Di vê komîteyê de şaredarî, saziya tenduristiyê, hêzên parastinê û rêveberiya giştî cihê xwe digirtin. Desteya tenduristiyê jî di warê karê xwe de gelek hişyar bû. Kesên ku diketin bajêr û derdiketin di bin denetima wan de derbas dibûn û kesên ku beriya bikevin bajêr 14 rojan di karantinayê de diman. Her wiha noqteyên rewşa awarte hatibûn avakirin. Di 17'ê Hezîrana 2020'an de qedexeya derketina derve ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hat ragihandin. Hemû biryarên ku hatibûn derxistin ji bo tenduristiya civakê bû û gel jî di vî aliyî de gelek alîkariya me kir. Van tedbîran hiştin ku Vîrûsa Koronayê li herêmên me belav nebe. Ev jî serkeftinek mezin e."
 
'Bi tedbirên rast civaka me tenduristiya xwe parast' 
 
Hêvînê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ê tedbîrên xwe her dem bigirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ruxmê ku qedexeya derketina derve bi dawî bû, lê em wek desteya tenduristiyê hîn jî di nava tevgerê de ne. Heta niha jî Vîrûsa Koronayê bi dawî nebûye, ji bo wê em nahêlin ku ev nexweşî derbasî herêmên me bibe. Wê hemleya me ya kotrolkirinê her berdewam bike. Niha li Şehbayê her çiqas derfetên me kêm bin jî tedbîrên sereke hatin girtin. Tedbîrên ku Rêveberiya Xweser girtine, nehişt ku Vîrûsa Koronayê belav bibe. Bi rêxistin û hewildanê  di aliyê tenduristiyê de civakê xwe parast."